Şehîd Ferhad Bokemal li Şehîdgeha Dêrazorê hat oxirkirin

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Hecînê Nadir Selame (Ferhad Bokemal) li bajaorkê Ebû Hemam a rojhilatê Dêrazorê bi merasîmekê hat oxirkirin.

Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hecînê Nadir Selame (Fehed  Bokemal) 15`ê Hezîrana 2019`an di encama teqîna mayînekê li bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê de gihîşt asta şehadetê. Bokemal li Dêrazorê bi merasîmekê hat oxirkirin. Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hecînê, nûnerên Rêveberiya Sivîl ya Dêrazorê û endamên Buroya Malbatên Şehîdan tevlî merasîmê bûn.

Cenazeyê Ferhad Bokemal ji Şehîdgeha Hecînê rakirin Şehîdgeha Şehîdan a Ebû Hemam. Li wir deqeyeke rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre beşdaran sersaxî ji malbatê re xwest û cenazeya şehîd hate veşartin.

Fermandar Nadir Enter Selame ji Bokemal e û di 12`ê Cotmeha 2015`an de tev li QSD`ê bû.