Leşkerên Tirk li ser sînor ciwanek kuşt, yek jî birîndar kir
Leşkerên Tirk li ser sînorê Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê ciwanek qetil kir, yek jî bi êşkenceyê birîndar kir.
Leşkerên Tirk li ser sînorê Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê ciwanek qetil kir, yek jî bi êşkenceyê birîndar kir.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, li ser sînorê navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê, leşkerên Tirk gule li 2 ciwanan reşandin.
Di encama vê êrişê de ciwanê bi navê Hemadî Ebid El Hisên ê ji navçeya Deşîşa ya Kantona Hesekê jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku Mihemed Letîf El Ezawî yê ji navçeya Mergedê jî bi êşkenceyê birîndar kirin.