'Xelkê Til Temirê bi ruhê hevgirtinê êrişan pûç dike'

Hevserokê Meclîsa Til Temirê Ciwan Eyûb anî ziman ku 30 gundên Til Temirê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, 27 gund jî ji ber êrişan hatine valakirin û got, "Xelkê Til Temirê li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe dide."

Di encama êrişên dagirkeriyê de yên dewleta Tirk, ku 9'ê Cotmeha 2019'an li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane destpêkirin, 30 gundên Til Temirê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin. Ji ber êrişên dewleta Tirk ku hîn jî dewam dikin, 27 gundên Til Temirê veguherîne eniya şer. Êrişên li ser navçeyê heta niha bûne sedem ku gelek sivîl jiyana xwe ji dest bidin, gelek sivîl jî birîndar bibin.

Hevserokê Meclîsa Til Temirê Ciwan Mele Eyûb têkildarî êrişên li ser Til Temirê ku zêde bûne, pêkanînên şerê taybet, qaşo peymana agirbestê ya bi garantoriya Rûsyayê hatiye îmzekirin, bandora êrişan a li ser navçeyê û berxwedana xelkê herêmê ji ANF'ê re axivî.

Ciwan Eyûb bi bîr xist ku ji êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 9'ê Cotmeha 2019'an û vir ve ku li ser Serêkaniyê û Girê Spî da destpêkirin, 30 gundên Til Temirê hatine dagirkirin û 27 gund jî hatine valakirin. Ciwan Eyûb got, "Ji 9'ê Cotmeha 2019'an û vir ve êriş li navçeya me û gundên me tênekirin. Çeteyên ku gundên navçeyê dagir kirine bi tank û topan her roj êrişî sivîlan dikin. Roj nîne ku êrişî sivîlan nakin. Mal û zeviyên gundiyan dişewitînin. Ev hefteyeke êrişên li ser gundên Til Temirê û Zirganê zêde bûne. Xisareke mezin li xelkê sivîl dibe. Gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Bi taybetî êrişên li ser gundê Dildarayê zêde bûne. Navenda gund jî hate bombekirin."

'TIFAQEK HEYE KU JI ÊRIŞAN RAZÎ YE'

Ciwan Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk beriya êrişên dagirkeriyê polîtîkayên şerê taybet xistiye dewrê û wiha dewam kir, "Av û elektrîk li ser me birî. Stasyona avê ya Elokê zêdeyî 30 car in tê qutkirin. Li Kantona Hesekê 1.5 milyon mirov bê av têne hiştin. Bi germahiya zêde ya li herêmê re nebûna avê bandoreke giran a neyînî li jiyanê dike. Ji ber vê yekê jî bi taybetî zarok û extiyar gelekî nexweş dikevin."

Ciwan Eyûb destnîşan kir ku rejîma Sûriyeyê û hêzên Rûs ên li Til Temirê bi cih bûne li dijî êrişan bi erk û berpirsyariya xwe tevnagerin û got, "Hêzên Rûs li vê derê baregehek ava kirine û bi cih bûne. Lê belê wezîfeyên xwe yên sereke bi cih nînin. Tifaqek heye ku ji êrişên dewleta Tirk razî ye. Li pêşberî êrişan bêdeng dimînin. Bi garantoriya Rûsyayê agirbestek hate ragihandin. QSD'ê peyman qebûl kir û hêzên xwe bi 20 kîlometreyî vekişand. Ji bilî QSD'ê kes li gorî peymanê tevnagere'. Ciwan Eyûb diyar kir ku piştî peymanê Til Temirê Meclîsa Leşkerî ragihand û tevî hêzên Natûro, Hêzên Parastinê yên Xabûrê û Hêzên Asayîşê aramî û ewlehî li bajêr ava kirin.

BANGA LEZGÎN: BI TIL TEMIRÊ RE METIRSÎ LI SER TEVAHIYA SÛRIYEYÊ HEYE

Hevserokê Meclîsa Til Temirê Ciwan Eyûb got, "Dewletên navneteweyî yên mîna Rûsyayê yên li herêmê divê tavilê erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin, pêşî li êrişên li ser sivîlan bigirin" û banga lezgîn kir. Ciwan Eyûb got, "Eger ev êriş dewam bikin wê mîna li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hate kirin guhertina demografiyê bê kirin. Dewleta Tirk dixwaze çeteyên xwe li vê herêmê bi cih bike û demografiyê biguherîne. Her wiha dixwaze otobana M4 kontrol bike ku ev rê ji bo bazirganiya Sûriyeyê gelekî girîng e. Her kes û dewlet hemû ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser Til Temir û Zirganê divê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê."

Ciwan Eyûb ragihand ku xelkê Til Temirê bi yekîtî û hevgirtinê êrişan hemûyan pûç dike û got, "Em ketin sala 10'an a şerê Sûriyeyê. Dewleta Tirk ji bo bikeve Til Temirê li gel Cephet El Nûsra, Ehrar El Şam û DAÎŞ gelek çete şand. Lê belê xelkê bajêr bi Asûrî, Kurd û Erebên xwe bi ruhê yekîtî û hevgirtinê, bi berxwedana jin û mêr ên xwe nehiştin ku çete bikevin Til Temirê. Niha jî dewleta Tirk bi xwe hatiye û hewl dide Til Temirê dorpêç bike. Xelkê Til Temirê piştgiriyê dide hêzên xwe û bajêr diparêze."

'EM Ê HETA DAWIYÊ LI BAJARÊ XWE BIN Û KARÊ XWE BIKIN'

Ciwan Eyûb diyar kir ku di hin saziyên çapemeniyê û platformên mîna Facebook-Twitterê bi rêya hin parvekirinan hewl tê dayin propaganda bê kirin û got, "Li ser Facebook û Twitterê hinek propagandaya 'Li bajêr kes nemaye, hatiye valakirin' dikin. Lê belê tiştekî bi vî rengî nîne, bajar nehatiye valakirin. Bajarê me bi pêkhateyên xwe dilsozê xak û şehîdan e. Goristana Til Temirê şahidê vê yekê ye. Ji gelek pêkhateyan mirovan li vê xakê jiyana xwe ji dest dan. Xwîna me li Til Temirê bûye yek, em ê dest ji bajarê xwe bernedin. Bi navê meclîsa Til Temirê em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li bajarê xwe bin û karê xwe bikin."