Emîne Osê: Tohmet li ser hêzên navnetewî jî heye

Berdevka Rêveberiya Xweser Emîne Osê diyar kir dewleta Tirk bi êrîş, girtina deriyan, qutkirina avê û guherîna demografîk sûcê mirovahiyê dike û got tohmet li ser hêzên navnetewî jî heye.

Berdevka Hevseroktiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê diyar kir dewleta Tikr li ber çavê cîhanê li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê her cure êrîşê tîne, saziyên navnetewî tenê bi hin daxuyaniyan dimînin û got ev sazî divê ji bo çareseriyê bibin xwedî helwest.

Berdevka Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê têkilî daxuyaniyeke NY'yê ku gotibû heke li Sûriyê rewş wiha bidome wê ji ber ziwabûnê û nebûna avê zêdetir mirov koç bikin got, ''Ev daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî (NY) encama nêzîkatiya wan e. Mesele ne tenê ya avê ye, îro li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê êrîşên ku tînin hemû li ber çavê wan dibe. Meseleyên aborî, yên ji ber nexweşiya koronayê, hemû li ber çavê wan e û hay jê hene. Li şûna ku daxuyaniyan bidin divê çareseriyê deynin. Jixwe heke li ser çareserkirinê niyeteke xwe hebûna wê diyar bikirana.''


Osê her wiha bal kişande ser êrîşkariya Tirk a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, diyar kir ev êrîş carinan leşkerî ne nexasim li ser qadên sivîl, gundan têne kirin, her wiha hemû têkiliyên xwe yên siyasî sazkar dike, deriyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê digire û ambargoyê datîne û ev jî ji hêla mirovî ve dibe sedema zor û zehmetiyan. Osê her wiha nexweşiya koronayê destnîşan kir, got nexweşî zû berbelav dibe û derfetên Rêveberiya Xweser kêm in ji bo ku pêşî li vîrûsê bigire. Osê her wiha got, ''Ev demeke qutkirina ava Firatê li rojevê ye. Tişta ku tê kirin sûcekî mezin ê mirovî ye. Li aliyekî tim êrîş li ser gel hene û li aliyê dî bi birçîbûn û tîbûnê re dixwazin mirov bimirin. Ev sûcên mirovî ne.''

Osê bi berdewamî diyar kir ji bo ku pêşî li koçkirinê were girtin çareserî heye, got yek ji van meseleya avê ye û wiha axivî: ''Her kes, nexasim saziyên navnetewî û dewlet divê zextê li ser dewleta Tirk bikin da bikin ku avê berdin. Tenê daxuyaniyan didin û tiştên ku dikarin bikin vedibêjin. Pêşî li vê nayê girtin û çaerseriyê nayê danîn.''

Berdevka Hevserokatiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê her wiha got, ''Dewleta Tirk çi dema ku fersend dikeve destê wî êrîşê tîne. Îro êrîşê tîne ser Til Temir û Girê Spî. Li dijî van êrîşan gelê me berxwedaniyeke mezin dike. Saziyên navnetewî û hêz jî divê bi berpirsyarî rabin. Ji bo ku rewş xirabtir nebe divê têbikoşin.

Li dijî her herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê siyaseteke cuda tê kirin. Li Efrînê jixwe rewşeke pir cihê heye. Siyaseta ambargo, ya avê û guherîna demografiyê... Bi rêbazên cuda yên şer dixwazin gel bitirsînin. Dewleta Tirk li ber çavê Efrîniyên li Şehbayê li ser xaka wan xaniyan çêdike.''

Osê bi berdewamî got, ''Divê cîhan ji bo statûya Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi peywira xwe rabe. Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên we yên li ser xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyê, siruşt û gelê wê divê bêdeng nemînin. Dewleta Tirk bi girtina deriyan, qutkirina avê û guherîna demografiyê sûcê şer û mirovî dike. Hêzên ku li bara vê bêdeng dimînin, tohmet li ser wan jî heye.''