Gelên Minbîcê êrişên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin

Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker li Minbîcê dike, li çalakiyeke girseyî hate protestokirin.

Meş li gundê El-Ewseclî yê başûrê Minbicê bi beşdarbûna şêniyên xeta El-Muhteriq, El-Farat, endamên saziyên sivîl a demokratîk a Minbicê û endamên meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de Sultan Ebdulhemîd axivî û got: "Em îro derketin da ku destwerdana dewleta Tirk di axa me de, red bikin û kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo jî diyar kir ku hevpeymana Rêveberiya Xweser parastina nirxên cîrantiyê dike, heta roja îro jî êriş ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî herêmên din pêk nehatine.

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk ava vexwarinê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut dike û êrişên xwe berdewam dike.

Berdevka jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê a xeta El-Muhteriq û El-Farat, Refîf El-Semran da zanîn ku tevî  ku 5 sal di ser rizgarkirina Minbicê re derbas bûne jî, lê heta niha dewleta Tirk desteka komên çete û terorê didomîne.