Dewleta Tirk piştî Til Temir û Girê Spî Bab jî bombe kir

Dewleta Tirk a dagirker ji sibehê ve gelek deverên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bombe dike.

Piştî Til Temir û Girê Spî vê carê jî gundên Cib El Emra û El Bohîc ên Babê hatin bombekirin. Hate gotin dewleta Tirk saet 11:00'an herêm bombe kiriye.

Saet 07:30'an jî gundê Um El Kêf ê Til Temirê hate bombekirin.

Hate gotin di êrîşan de leşkerekî rejîma Şamê yê bi navê Osama Brahîm birîndar bûye.

Gundên Dirdar û Um El Kêf ê Til Temirê û gundê Til Şenan ê ku Asûr lê dijîn bi topan hatiye bombekirin.

Dewleta Tirk a dagirker saet 08:20'an gundê Kor Hesen ê Girê Spî jî bombe kir.