Di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de 17 leşkerên Şamê mirin

Hat ragihandin ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ`ê ya li herêma Resim El Kom ê ya çolistana Sûriyeyê 17 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR), çeteyên DAÎŞ’ê li herêma Humsê êrîşî 3 navendên leşkerî yên girêdayî hikûmeta Şamê û hêzên girêdayî wê kirin.

Hat ragihandin ku di êrîşan de herî kêm 17 leşkerên Şamê mirine. Hikûmeta Şamê ti daxuyanî neda.

Êrîşa  mezin a dawî ya çeteyên DAÎŞ’ê li Sûriyeyê di 19’ê Nîsanê de pêk hat. Di du êrîşan di bin kontrola hikûmetê de, bi taybetî bajarê Humsê 28 leşkerên Şamê û endamên milîsên alîgirên hikûmetê di hatin kuştin. Li gorî SOHR’ê, piraniya kesên hatine kuştin endamên komeke şervanên Filistînî yên bi navê “Tûgaya Qudsê” ne.

Li gorî SOHR’ê, ji destpêka serê salê û vir ve di êrîş, kemîn û teqînên DAÎŞ’ê, bi taybetî li herêmên Dêrezor, Hums û Reqayê, herî kêm 299 leşkerên Şamê û endamên hêzên girêdayî wê hatine kuştin.