YRA'yê banga 'azadiya çapemeniyê' li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir

YRA'yê bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir û got, "Li hemberî zextên li ser rojnamevanan bêdeng nemînin."

DAXUYANIYA YRA'YÊ

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyek nivisîkî weşand. 

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî peyman û biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî, li cîhanê pêkûtiyên li ser ragihandin û rojnamevanan zêdetir bûne. Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yek ji dewletên ku zextê dike dewleta Tirkiyeyê ye û êriş, pêkutî û girtinên rojnamevanan ên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin bibîrxistin. 

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dewleta Tirk li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrişî rojnamevanan dike û êrîşa li dijî wesayîta Jin TV ku di encamê de xebatkarê televîzyonê Necimedîn Fêsel Hecî Sînan şehîd bû û nûçegihan Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bibû, wekî mînak hat dayîn. Hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji azadiya ragihandinê ditirse, lewma rojnamevanan jî dike hedef û gelek rojnamevan birîndar kirine. 

Di berdewama daxuyaniyê de pêkutiyên li ser rojnamevanên Başûrê Kurdistanê jî hatin bibîr xistin û hat gotin: “Endamê YRA’yê û edîtorê Roj News Silêman Ehmed zêdetirî 6 mehan e ji aliyê rayedarên Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin. Mixabin heta niha jî çarenûsa wî nayê zanîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de zext û pêkanînên ku li tevahiya cîhanê dijî rojnamevanan tên kirin hatin şermezarkirin û ev bang hat kirin: “Em ji NY, hemû sazî û dezgehên navnetewî dixwazin ku pêkanîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî cîhanê li dijî rojnamevanan tên kirin, paşguh nekin; li gorî peyman û pîvanên navnetewî tevbigerin û erka xwe pêk bînin."