BI DÎMEN

Li kantona Firatê çinîna berhemên salê destpê kir

Li kantona Firatê çinîna dexl û danan destpê kir. Rêveberiya Xweser jî bi buhayekî ku bi dilê cotkaran e berheman dikire.

Li Kobanê û gundewarên palehiyê destpê kir. Nîsk, nok, kemûn, colik û dexlûdanên ku hatine çandin, têne çinîn. Kobanê jî yek ji bajarên ku bi çandiniya dexl û danê tê naskirin.

Rebûi Xelîl ku temenê xwe 70 salî bi nevî û zarokên xwe paleya nîskan dike.

Rebûi Xelîl qala bîranîn xwe yê berê û paleyê kir û got, "Danê sibehê em ji xew hişyar dibûn, hevîr distira û nan jî dipêjand. Di berbangê de jî me berê xwe dida nava erdan û dest bi paleyê dikir. Ji bîrê jî av dikşandin. Di wê demê de patos ji bo rakirina berhem tune bû, hemû tişt bi destan dihat rakirin."

Rebûi Xelîl anî ziman ku demê berê ji ber gênciyê pale gelekî xweş bû û got, bi paleyê re me strana hey pale pale digot.

Şêniyê ji gundê Bîr Erebê Nûredîn Şêxo jî got, "Li herêmê bêhtir ceh, genim, nîsk, colik. Kemûn û dexlûdanên heyî tê çandin. Bêhtir jî nîsk,colik, kemûn û nok bi destan tên çinîn, ê din jî bi patosan. Zeviyên ku min çandin jî du şimbil me nîsk çandine, du şimbil jî colik û bi qasî şimbil û nîvekê jî nok min çandiye. Berhemên ku tên çandin jî Rêveberiya Xweser bi miqdareke baş ji me dikire."

Hêjayî gotinê ye ku li herêmê heta niha çinîna berheman berdewame.