‘Hêzên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk bêdeng in, dibin hevkarên komkujiyan’

Şêniyên herêmên Şehba û Efrînê diyar kirin ku tevî hêzên Rûs û hêzên hikûmeta Şamê li herêmên Şehbayê hene jî, li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bêdeng in. Welatiyan anîn ziman ku ew ê nehêlin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê axa wan dagir bikin

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane li ser Şehba, navçeyên Şêrawa û Şera, Til Rifet û gundê Şêx Îsayê didomîne. Welatiyên ji gundê Şêx Îsayê Elî Hemado û welatiya ji navçeya Til Rifetê Fatima Cafer têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji ANF’ê re axivîn.

Elî Hemado diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî ser qadên sivîl dikin û wiha got: “Ji destpêka krîzê ve gundê me gelek şer û komkujiyan re rû bi rû ma. Ji destpêka sala 2018’an heta niha koçberkirina gelê me ji bajarê Efrînê û bombebarana hovane ya li ser gund zêde bûne.”

Elî Hemado bal kişand ser hedefgirtina gundan û wiha domand: “Artêşa Tirk a dagirker karkerên ku di nava zeviyên çandiniyê de dixebitin jî bombebaran dike. Ji ber êrîşan kesek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn. Dewleta Tirk debara jiyana welatiyan jî hedef digire.”

Elî Hemado anî ziman ku ew ê li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin û got: “Em xelkê gundê Şêx Îsa tevî hemû zehmetiyan, bombebarana rojane ku bandorê li zarokên me dike û dibe sedema tirsê, bi israr li pey doza xwe ne. Em bi biryar in ku berxwedanê bidomînin û nehêlin artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê axa me dagir bikin.”

Fatima Cafer a ji navçeya Til Rifetê jî wiha got: “Ji dema koçberbûna me ji bajarê Efrînê ber bi herêmên Şehbayê ve, em ji bombebarana artêşa Tirk a dagirker ku bi dehan komkujî pêk anîn, rizgar nebûn e.”

Fatima Cafer diyar kir ku li navçeya Til Rifetê tenê xelkê Efrînê û xelkên resen ên Til Rifetê lê dijîn û tu hêzeke leşkerî nîne ku bibe armanc û wiha pêde çû: “Tevî ku hêzên Rûs û hêzên hikûmeta Şamê li herêmên Şehbayê hene jî, li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bêdeng in û bi vî rengî dibin hevkarê komkujiyên li ser gelê Kurd tên kirin.”