'Di êrîşa çeteyên dewleta Tirk de Hesen El Samir şehîd bû'

Partiya Meclîsa Ciwanan a Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hevberdevkê Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Muhammed Hesen El Samir di êrîşa çeteyên DAÎŞ-Tirkiyeyê de şehîd bû.

Partiya Meclîsa Ciwanan a Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê nasnameya Hevberdevkê Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Muhammed Hesen El Samir ê ku di êrîşa çeteyên dewleta Tirk a li ser Dêrazorê de şehîd bû, eşkere kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em weke Partiya Meclîsa Ciwanan a Giştî ya Sûriyeya Pêşerojê radigihînin ku Hevberdevkê Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê Muhammed Hesen El Samir duh di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ-Tirkiyeyê ya li bajarê Dêrezorê de şehîd bû.

Bi giştî rewşa heyî ya li Sûriyeyê tê zanin, faşîzma Tirk bi rêya çeteyên DAÎŞ û çeteyên din, êrîşî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û hewl dide ewlekarî û aramiya herêmê têk bibe.

Her wiha ji bo guhertina demografiyê û jinavbirina pêkhateyên herêmê, bi rê û rêbazên cuda hewl dide dagirkeriya xwe li ser xaka Sûriyeyê berfireh bike.

Lê belê hemû ciwan û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî van êrîşan bêdeng neman û li dijî faşîzmê rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartin.

Parastina gelê xwe û şopandina rêya şehîdên azadiyê girtin ser milê xwe û bûn şopdarên rêya şehîdên me yên fedaî Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn ku bi fedekariya xwe peyamên tekoşînê ji hemû cîhanê re ragihandin. Bi xwîna xwe ya pak rizgariya welat û neteweya xwe, bingeh û nexşerêya têkoşînê ya li dijî hemû faşîstan nîşan dan.

Li ser vê bingehê weke Meclîsa Ciwanên Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê em ê li ser esasê doza xwe, doza gelên ji bo azadiyê serî hildidin û bi tekoşîna Şerê Gel ê Şoreşgerî, bi hemû biryardariya xwe li ber xwe bidin û têbikoşin. Em ê bi hevrêyên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk re li dijî her êrîşeke dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên ku hewl didin êrîşî ewlekariya herêmên me bikin, têbikoşin.

Em soz didin ku hemû ciwanên ji bo azadiyê serî hildidin wê rêya hemû şehîdan û şehîd Mihemed Hesen El Semîr bişopînin. Em ê gavên ku ber bi serkeftinê ve hatine avêtin, bi serkeftinê re tacîdar bikin. Em ji şehîdên xwe yên azadiyê re rehmetê, ji birîndarên xwe re şifayê û ji girtiyên xwe re jî azadiyê dixwazin. Şehîd rêberên me yên manewî ne. Şehîd di dilê me de dijîn û nemir in.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Muhammed Hesen El-Samir
Navê Dayikê: Sukerî El-Muhammed
Navê Bav: Hesen El-Samir
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El-Cerdî 1/1/1996
Dîroka Tevlîbûnê: 29.03.2022
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 3.12.2024"