Zarokekî Efrînî di rêya koçberiyê de qefilî û jiyana xwe ji dest da
Zarokekî 4 salî yê malbateke Efrînî ku ji ber êrîşên dagirkeriyê koçber bû, di rêya koçberiyê de ji ber sermayê qefilî û jiyana xwe ji dest da.
Zarokekî 4 salî yê malbateke Efrînî ku ji ber êrîşên dagirkeriyê koçber bû, di rêya koçberiyê de ji ber sermayê qefilî û jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Nûh Mihemed Reşo yê 4 mehî îro danê sibê di encama rêwîtiya dirêj a koçberiyê de ji ber sermayê, li sitargeha li stadyûma Şaredariya Reqayê ku malbata wî lê dimîne, jiyana xwe ji dest da.
Zarokê bi navê Nûh Mihemed Reşo ji bajarê Bilbilê yê girêdayî kantona Efrîn û Şehbayê ye.
Bi deh hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehba û bajarê Helebê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi darê zorê koçberî kantonên Reqa û Tebqayê bûn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koçberên Heleb, Şehba û Efrînê pêşwazî dike û li navendên penaberiyê bi cih dike.