Çeteyan nehiştin otobus derbasî Efrîn-Şehbayê bibin

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nehiştin otobus ji bo veguhestina gelê mayî derbasî kantona Efrîn- Şehbayê bibin.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku li ser Til Rifet û Şehbayê pêk hatin, Meclîsa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhestina gel a ji bo herêmên bi ewle girt. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê (2024) de dest bi veguhestina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin. Heta niha bi deh hezaran welatî veguhestine Tebqa û Reqayê. Lê hîn jî gelek welatî li Şehbayê mane.

Ji bo veguhestina kesên mane jî, Meclîsa Gel a Efrîn-Şehbayê 50 otobus îro ber bi Katona Efrîn-Şehbayê ve rêkirin. Lê çeteyên dewleta Tirk a dagirker nehiştin wesayît derbasî kantonê bibin. Ji ber vê yekê jî otobus vegerin Herêmên Rêveberiya Xweser.

Li aliyekî din Saziya Barzaniyan û çeteyên dagirkeran, hewl didin gelê ku li Şehbayê maye, bibin herêmên din ên dagirkirî. Çavkaniyan diyar kirin ku çete û saziya Barzaniyan xwe wekî kesên ku ji Cizîrê bi hawara wan de çûne nîşanî gel didin.

Komên çete bi otobusan diçin cem gel û jê re dibêjin ku wê wan bibin cihên bi ewle, lê hewl didin wan bibin Efrîna dagirkirî.