Li Tebqa û Reqayê seferberiya piştevaniyê

Li kantonên Reqa û Tebqayê ji bo vehewandina malbatên koçberbûyî û peydakirina pêwîstiyên bingehîn gel bi dilxwazî dest bi seferberiya piştevaniyê kir.

SEFEBERÎ

Li kantonên Reqa û Tebqayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo pêşwazîkirian koçberên ji Heleb, Efrîn û Şehbayê xebatê alîkariya mirovî yên berfireh dewam dikin. Maseya Krîzê ya Kantona Reqayê ji bo bicihkirina koçberan 14 dibistan amade kir û heta vê sibehê bi sedan malbat li van dibistanan hatin bicihkirin.

Ji bo bersivdayina li pêwîstiyên jiyanî yên bingehîn ên koçberan dibistanên li herêmê û salonên sporê weke qadên demkî yên bicihbûnê hatin amadekirin. Li kantonên Reqa û Tebqayê ji bo koçberan nivîn, ava vexwarinê, sobe û mazot hate amadekirin.

Dibistanên li Kantona Reqayê koçber lê hatin bicikirin bi vî rengî ne: El Rafiqa, Elî bîn Ebî Talib, Uqba bîn Nafî, Ebû Temam, Fatima El Zehra, Zekî El Ersûzî, El Hesen bîn ElHeysem, El Buhturî, El Batanî û El Xewarizmî.

Dibistanên li kantona Tebqayê jî bi vî rengî ne: Cemal, Mûsa El Hemûd, Ibn Sîna, El Urûbe, Qurtuba, Umer El Muxtar, Ecyal Çocuk Bahçesi, Bexçeyê Zarokan El Amel, El Sefsafa Rojava, Mensûra, Hûneyda, El Hemam û Îskenderiye.

PIŞTGIRIYA TENDURISTIYÊ

Li herdu kantonan ji bo pêwîstiyên koçberan gel di nava hewldanên cuda de ye. Her wiha li Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê kampanya dayina xwînê hate destpêkirin.

Li kantona Reqayê 5 doktor ji bo koçberên ji Heleb û Şehbayê tên xizmeta tenduristiyê ya bêpere dikin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryarnameyek belav kir. 

Di biryarnameyê de hate gotin: “Ji ber hatina hejmareke mezin a welatiyên me yên bi darê zorê ji herêma Şehbayê ber bi herêmên Rêveberiya Xweser hatine koçberkirin, li gorî nirxên xwe yên exlaqî û erkên xwe yên mirovî, em bang li hemû rêveberiyên nexweşxaneyan dikin ku bi hevkarî û hevahengiyê alîkariyên tenduristiyê yên pêwîst bê pere pêşkêşî kesên hewcedar, bi wergirtina nexweşan li nexweşxaneyan, bikin.”

Ji duh ve bi hezaran şêniyên bajarê Helebê, herêma Şehba û Til Rifetê ber bi herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve diçin.  Di encama êrişan de bi dehan kes bi giranî birîndar bûne û gelek kes jî ji ber serma, birçîbûn û kêmasiya erzaq û avê, tûşî pirsgirêkên tenduristiyê bûne.