ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Baregehên rejîmê yên li Qamişloyê hatin bombebarankirin
Li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beregehên leşkerî yên rejîmê hatin bombebarankirin. -
Berdevka YPJ'ê Rûken Cemal: Li Minbicê berxwedaneke dîrokî tê meşandin
Berdevka Ragihandina YPJ'ê Rûken Cemal diyar kir ku îdîayên ku dibêjin Minbic hatiye dagirkirin ne rast in û anî ziman ku li Minbicê destanek tê nivîsandin û berxwedaneke dîrokê tê meşandin. -
Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan banga parastina Rojava kir
Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan bang li pêkhateyên Suryanî-Asûrî-Kildanî yên li Sûriyeyê kir ku tevlî hêzên leşkerî bibin û welat biparêzin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Kobanê 2 zarok qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Kuneftar ê Kobanê bombebaran kir. Di êrîşê de 2 zarok hatin qetilkirin. -
Li Til Temirê SÎHA ya bi tîpa ANKA hate xistin
Hêzên QSD’ê balafira bêmirov a bi tîpa ANKA ya dewleta Tirk a ku amadekariya êrîşê dikir xistin xwarê. -
Cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin
Xelkê Şedadê cenazeyên 4 şervanên Hêzên Xweparastinê ku li Deşîşa şehîd bibûn, veşartin. -
Dagirker bombeyan li gundan dibarînin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Gelek gund têne bombekirin. -
Li Qereqozax û Tişrînê derbên giran li çeteyan hate xistin
Li Qereqozax û Tişrînê derbên giran li çeteyên SMO yên dewleta Tirk a dagirker hate xistin. Di çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 5 wesayit hatin îmhakirin, gelek çete hatin kuştin. -
Xelkê kantona Firatê 3 şehîdên xwe spart axê
Xelkê kantona Firatê 3 cangoriyên xwe yên li başûrê Kobanê şehîd bûn spart axê. -
SÎHA'yê bombe li wesayitekê barand: 3 kes birîndar bûn
SÎHA'yeke dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Zirgan-Dirbêsiyê bombe li wesayiteke sivîl barand. Di encamê de 3 kes birîndar bûn. -
Li Eyn Îsayê di êrîşê de 15 leşkerên rejîmê jî mirin
Di bombardûmana SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de ya li rojavayê Eyn Îsayê 15 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan. -
Dewleta Tirk bombe li gundên başûrê Kobanê barand
Çeteyên dewleta Tirk bombe li gundên başûrê Kobanê barandin. -
TEV-DEM'ê banga hevgirtin û berxwedanê kir
TEV-DEM'ê bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbicê û li dijî êrişan banga hevgirtin û berxwedanê li gelan kir. -
Dewleta Tirk êrîş bir ser sivîlan: Şehîd û birîndar hene
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li Zirganê sivîlek şehîd bû, gelek sivîl jî birîndar bûn. -
Li Minbicê şerekî giran diqewime
Li Minbicê şerê giran dewam dike. Di şer de gelek çete hatin kuştin, 14 jî dîl hatin girtin. -
Dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê komkujî kir
Di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a dagirker de ku doh bi şev li gundê El Mustareha yê Eyn Îsayê hate kirin, piraniya wan jin û zarok 12 sivîl hatin qetilkirin. -
Navê hêviyên xwe, li zarokê xwe yê nû kirin: Kobanê
Yek ji malbatên koçberên Efrîn-Şehbayê ku li Kobanê bi cih bûne, qala zilma ku dewleta Tirk a dagirker bi serê wan aniye, kirin. Ji malbatê Mihemed Emîn diyar kir ku weke sembola hêviyên xwe, navê zarokê xwe yê nû kirin Kobanê. -
'Em bi biryar in ku berxwedan û têkoşîna xwe ya azadiyê dewam bikin'
Hêvîn Cemîl Dawûd ku ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar ma ji Efrînê koçî Şehbayê bike, bi êrîşên 29'ê Mijdarê re neçar ma koçî Qamişloyê bike. Niha jî bi biryar e ku têkoşîna azadiyê dewam bike. -
Aldar Xelîl: Destwerdana dewleta Tirk krîza Sûriyeyê hîn giran dike
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku bi ketina rejîma Esad re divê li Sûriyeyê demeke nû destpê bike û got, destwerdana Tirkiyeyê krîzê girantir dike. -
Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em ê dijmin poşman bikin ku êrîşî herêmên me kirine
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku di çarçoveya bersivdana êrîşan de, hêzên wan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî qonaxa duyemîn bûne. -
Rêveberiya Xweser li dijî manîpulasyonan hişyarî da
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hin alî hewl didin rastiya li herêmê berovajî bikin, bi taybet jî bûyerên li Minbicê. -
Ferhat Şamî: Minbic wê ji çeteyan re bibe goristan
Berpirsê Ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî têkildarî êrîşên li ser Minbicê daxuyanî da û got, "Minbic ne bajarekî ku çete bi hêsanî bi dest bixin, wê ji çeteyan re bibe goristan.” -
Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar: Gelek çete hatin kuştin
Li navenda bajarê Minbicê û gundewarên wê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Babê de pevçûnên dijwar diqewimin. -
Êrîşên hewayî yên li ser herêmên başûrê Sûriyeyê
Hat ragihandin ku li başûrê Sûriyeyê gelek cebilxaneyên neft û leşkerî bûne hedefa êrîşên hewayî. Tê texmînkirin ku li pişt êrîşan Îsraîl heye. -
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk dîsa Pîra Qereqozaqê bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker careke din derdora pira Qereqozaqê ya di navbera kantonên Firat û Minbicê de bombebaran kir.