QSD’ê li Minbicê hewldaneke çetayan têk bir

QSD’ê ragihand ku ew li başûrê Minbicê û Dêr Hafirê hewldana êrîşa çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin û di encamê de hejmareke çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan hewldanên êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Minbicê û Dêr Hafirê têk birin.

Di pevçûnên navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê û çeteyan de hejmareke çeteyan hatin kuştin û hinek din birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê amadebûna QSD'ê ya têkbirina êrîşan û parastina herêmê teqez kir.