BI DÎMEN

TEV-ÇAND: Em ji bo parastina welatê xwe berpirsyar in

TEV-ÇAND a kantona Firatê li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û got, “Em ê pêşengtiya şerê gel ê şoreşgerî bikin. Me çawa bi pênus û hunera xwe xizmet ji civaka xwe re kir, emê îro bi hemû hêz û rêbaza xwe li ber xwe bidin.”

TEV-ÇAND a kantona Firatê li ber Navenda Çand û Hunera Baqî Xido li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî da.

Daxuyaniya ku ji aliyê Necla El Bozan ve hatî xwendin, bi vî rengî ye:

“Dewleta Tirk a dagirker û faşîst dijminê gelê Kurd e. hebûna xwe di tunebûna gelê Kurd de dibîne. Ji bo qirkirina gelê Kurd bi encam bike, her rê û rêbaza qirêj û bê exlaq pêk tîne. Bê navber êrîşên dij mirovî û derveyî hiqûqa şer li ser gelê me ferz dike. Li hember van êrîşan hemû hêzên cîhanî bê deng dimînin û destek didin dewleta Faşîst a Tirk.

Niha jî dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya heman polîtîkayan de êrîşeke dagirkerî û qirkirinê li Şehba û Helebê daye destpêkirin. Armanca vê êrîşê ne tenê Şehba û Heleb e. Dixwaze axa Surî tevahî dagir bike. Bi taybet jî dagirkirina axa Bakur-Rojhilatê Surî armanc dike. Çeteyên ku li derdora xwe kom kirine hemû hov û paşverû ne. Hemû kujer û talankar in. Xulamê dewleta Tirk in. Dijminê xweza, jin û civakê ne. Tecawuzkar û xwînmij in. Dikevine kuderê xira dikin, xesp û talan dikin. Ew û dewleta Tirk dijminê mirovahiyê ne.

Li hember van êrîşan gelê me li ber xwe dide. Hêzên me yên parastinê bi îradeyeke xurt şer dikin û gelê me li hember van êrîşan diparêzin. Hêzên me yên leşkerî û gelê me bi hev re bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe didin. Em welatê xwe, axa xwe, civaka xwe diparêzin. Em dev ji azadiya xwe û rêveberiya xwe ya xweser bernadin.

Em weke hunermend, rewşenbîr û endamên Çand, huner û Wêje li hember van êrîş û dagirkeriyê heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Em ê pêşengtiya şerê gel ê şoreşgerî bikin. Me çawa bi pênus û hunera xwe xizmet ji civaka xwe re kir, em ê îro bi hemû hêz û rêbazê li ber xwe bidin, têkoşîn bikin. Parastina ax, welat, çand û zimanê me vê berpirsiyariyê dide ser milê me.

Em şervanê xwe yên di çeperê şer de ne pîroz dikin, bi dil can li gel wan e. Em berxwedana gelê me yên Şehba û Helebê pîroz dikin û çi bikeve ser milê me em jê re amade ne. Em bang li gelê xwe dikin ku bê teredut tevlî parastina welat bibin. Li gel xeteriyan ji bo em welatekî azad bi cihanê bidin qebulkirin jî derfet hene. Derfet hene ku azadiya xwe û rêveberiya xwe ya xweser mayînde bikin.

Weke netewa demokratîk; Kurd, Ereb, Asur, Suryan, Ermen, Çerkes û hemû pêkhateyên li heremê bi hev re vê berxwedanê em ê serkeftî bi encam bikin. Em careke din bang li hemû gelên cîhanê dikin ku mil bidin milê me. Bi taybet em bang li hemû hunermend û rewşenbîrên cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Serkeftina gelê me serkeftina mirovahiya azad û demokrat e. Ev şoreşa li Bakur- Rojhilatê Surî pêk hatiya nirxên civak û mirovahiyê temsîl dike. Li vê şoreşê xwedî derketin li xwe û civaka xwe, xwedî derketin e.

Rêveberiya xweser seferberî îlan kiriye. Em jî bi hemû hêza xwe tevlî vê seferberiyê dibin û dibêjin; Bi saza xwe, bi soza xwe, bi deng û rengê xwe, bi pênus û fikrê xwe, bi ked û çalakiya xwe tevlî berxwedana me be. Roj roja xîret û rûmetê ye. Roj roja berxwedan û têkoşînê ye. Roj roja li keremata xwe xwedî derketinê ye. Roj roja parastina gel, welat û axa xwe ye.”