Zêdetirî 54 malbat gihiştin Amûdê û Hesekê
Mala Ezidiyan a Kantona Cizîrê 14 malbatên koçber ên ji Şehba û Til Rifetê pêşwazî kir. Zêdetirî 40 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê jî gihiştin bajarê Hesekê.
Mala Ezidiyan a Kantona Cizîrê 14 malbatên koçber ên ji Şehba û Til Rifetê pêşwazî kir. Zêdetirî 40 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê jî gihiştin bajarê Hesekê.
Pêşwazîkirina koçberên ji Şehba û Til Rifetê ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve didome. Şêniyên Amûdê û Mala Ezidiyan jî ji bo pêşwazîkirina koçberan ev 3 roj e di nav amadekariyan de ne. Şênî ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanî û bicihkirina koçberan seferber bûne.
Îro 14 malbat (60 koçber) ji Şehba û Til Rifetê li gundê Qizalçox ê Amûdê ji aliyê şêniyan ve hatin pêşwazîkirin.
Mala Ezidiyan bi 10 erebeyan 60 koçberan duh ji Tebqayê gihandibûn Hesekê û îro jî gihaştin gundê Qizalçox.
Şêniyan koçber li malên vala yên li gundan hatibûn amedekirin, bi cih kirin û her wiha hinek li malên welatiyan hatin bicihkirin.
Hevserokê Mala Ezidiyan Îsmaîl Delef der barê pêşwazîkirina koçberan de axivî û got ku di nava civaka Êzidî de komîteyên alîkariyê amade kirine û got: “Gel bi moraleke mezin bi erkên xwe radibe. Ev cihê spasiyê ye.”
Îsmaîl Delef diyar kir ku ji bo pêşwazîkirina koçberên ji Şehba û Til Rifetê komîteyek ji Mala Ezidiyan û Yekitiya Ezidiyên Sûriyeyê ava kirine. Delef destnîşan kir ku endamên komîte beriya 3 rojan ji bo pêşwazîkirina koçberan çûne Tebqayê û got: “Koçber şevekê li Tebqayê man, paşê bi karwanan berê wan dan Hesekê. Em ê gelê xwe yê koçber li gundên Êzidiyan belav bikin.”
Delef got: “Îro em ê 60 kesî li vir bi cih bikin, paşê dîsa berê xwe bidin Hesekê, 120 koçberên din bînin û li gundewarên Hesekê bi cih bikin. Bi berxwedan û hevgirtinê em ê li pêşiya fermanan rê bigirin.”
40 MALBAT GIHIŞTIN HESEKÊ
Dawiya Mijdara borî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wÎ êrÎşeke berfireh li dijî Heleb û gundewarên wê da destpêkirin û kantona Efrîn-Şehbayê dorpêç kir. Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo pêşîgirtina li komkujiyan biryar da ku gel ji herêmê derxe.
Di vê çarçoveyê de bi hezaran malbat ji kantonên Efrîn-Şehbayê berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser.
Di 3 rojên dawîn de karwanên koçberan gihaştin deriyê El Bû Asî yê kantona Tebqayê û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên bicihkirin.
Zêdetirî 40 malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê û Helebê gihiştin bajarê Hesekê. Koçber ji aliyê Meclisa Bajarê Hesekê ve hatin pêşwazîkirin. Bi awayekî demkî li dibistanekê hatin bicihkirin û pêwîstiyên wan hatin bicihanîn.
Li gorî agahiyên ku meclisê dane, hin malbatên din jî berê xwe daye Hesekê.
Endamên meclisê diyar kir ku Çerxerêya Panorama a li taxa Xiwêran wek nuqteya pêşwazîkirina koçberan û bicihanîna pêdiviyên wan hatiye destnîşankirin.