BI DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk: Em deriyê mizgeftan ji koçberan re vedikin

Kongreya Îslama Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê deriyê mizgeftan ji tevahî koçberên Efrînê re vekin û bi hevgirtina gelan serî li dijmin hildin.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Efrînê û koçberbûna wan a cara duyem, Kongreya Îslama Demokratîk daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Endamê Karûbarên Mizgeftê ya Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Casir El Nasir ve hat xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye: 

“Em wek Kongreya Îslama Demokratîk bi baldar bûyerên vê dawiyê yên li ser axa Sûriyeyê dişopînin. Di encama destwerdanên leşkerî û şer de gelê me neçarî koçberiyê bû. 

Li ser bingeha bi rêgeza Îslamê yê aştiyê em banga hevgirtinê dikin. Em deriyê mizgeftê ji tevahî koçberên xwe re vedikin.  Ji ber ku dijmin ew ji malên wan koçber kirin û ji xaka wan dûrxistin. Em bang li hemû partî, kes û saziyan dikin da ku bi hev re li ber vê qeyranê rabin û erkên xwe yên exlaqî pêk bînin. Divê destê alîkariyê ji her kesên ku pêwîstiya wan pê heye bê dirêjkirin.

Her wiha em bang li civakên navneteweyî jî dikin ku li hemberî van kiryaran erkên xwe yên zagonî û exlaqî pêk bînin. Pêwîste raya giştî ya cîhanî ji bo bidawîkirina vê trajediya mirovî û parastina mafê wan berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Em ji Xwedê daxwaz dikin ku me hemûyan ber bi başiya welat û gel ve bi rê ve bibe û gelê me ji hemû tengasiyan xilas bike."