SOHR: HTŞ 10 kîlometreyan ji Hema û derdora wê hate qewirandin

SOHR’ê têkildarî pêvçûnên zêde yên li Sûriyeyê daxuyaniyek da û li gorî daxuyaniyê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam 10 kîlometreyan ji Hema û derdora wê hatiye qewirandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)  têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê dacuyaniyek da û ragihand ku li gungên girêdayî Hemayê di encama pevçûnên dijwar ên di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam çete 10 kîlometreyan ji Hema û derdora wê hatiye qewirandin û nekarîne herêma Cebel Zên El Abidîn bixin di bin kontrola xwe de. 

Li gorî daxuyaniya SOHR’ê duh bi şev hêzên hikûmeta Şamê li hemberî hedefên çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê êrîşeke hewayî pêk aniye. Di encama van êrîşên hewayî de kontrola gundên Kefraî û Meîr Şehûr dubare ketiye destê hikûmeta Şamê û çeteyên Heyet Tehrîr El Şam 10 kîlometreyan ji Hema û derdora wê hatine qewirandin.

Her wiha hate ragihandin ku hêzên hikûmeta Şamê ji gundên bakur, rojhilat û rojavayê Hemayê re hêzên teqwiye şandine.