Êrîşên dagirkeriyê: Gund tên bombebarankirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Gelek gund tên bombekirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî gundê El Tirwaziyê yê bajarokê Silûkê yê Girê Spî bi hawanan bombebaran dike. Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin. 

Artêşa Tirk a dagirker gundê Zor Mixar ê rojavayê bajarê Kobanê bombebaran kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li gundê ku ji aliyê dagirkeran ve bi topên obusê hatiye bombekirin, ti zirar çênebûye.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di bersivdayîna êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 10 çete kuştin.

Piştî ku êrîşa çeteyan hat şikandin, ji herêmên dagirkirî dest bi bomberbarana Minbicê kirin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topên hawan û obusan gundên Seyada û Dendeniyê yên rojavayê kantona Minbicê topbaran dikin. Der barê êrîşê de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.