Ji QSD’ê bîlançoya 24 saetan
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên li dijî van êrîşan hatine kirin, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên li dijî van êrîşan hatine kirin, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbarê êrîş û pevçûnên duh ên li eniyên şer daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyanî wiha ye:
"Duh (sêşem) şervanên me droneke xwekuj a artêşa Tirk a dagirker li nêzî bendava Tişrînê xist. Di heman demê de balafirên şer û balafirên bêmirov derdora bendavê, bi taybet malên karkeran, bombebran kirin û di encama êrîşan de ziyanên madî çêbûn.
Li eniya Pira Qereqozaxê; şervanên me rêzeçalakî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li girê Qereqozaxê lidar xistin. Di heman demê de birceke ragihandinê ya dagirkeran a li gundê Qebir Îmo kirin hedef, di encamê de 2 çete birîndar bûn.
Balafirên şer gundên Malha, Bîr Hesen û Xeseqê bombebaran kirin, di encamê de ziyanên madî çêbûn. Li gel bombebaranê, dewleta dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, tank, roketavêj û topên hawanan gundên Eltîna, Cada, Bîr Hesen, Xeseq, Dîkan, El Sana û Malha û Girê Sêvê 140 caran topbaran kirin.
Li eniya Dêr Hafirê; çeteyekî dema dixwest bi maşîna xwe bi ser nuqteya şervanên me de bigire, hate girtin û hin alavên ragihandinê û çek jî di destê wî de hatin girtin.
Duh saet di 15.30’an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gelek caran êrîşî bajarokê Şêxler/El Şiyûx ê rojavayê Kobanê kir, lê fuzeyên balafiran li erdên vala ketin. Li qada hewayî ya herêmê balafirên bêmirov difiriyan.
Li esmanê Eyn Îsa û bejahiya wê jî tevgera balafirên keşfê zêde bû.”