Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên li dijî komployê

Li gelek bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera Komploya Naveneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an civîn û çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakî û civînên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de hate destnîşankirin ku komplo êrîşa li dijî têkoşîna azadiya gelan e û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

 Di çalakiyan de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana QSD" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

KANTONA REQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, bi armanca şermezarkirina komployê meşek li dar xist. Bi sedan jinên ji kantonên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Firatê beşdarî meşê bûn.

Meş ji Çerxerêya Panorama ya naverasta bajarê Reqayê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke yên bajêr geriyan û li Qada Jinan veguherî mîtîngê. Li vir berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî  û got: "Em jinên Firatê bi saya fikira Rêber Abdullah Ocalan dijîn. Em îro hemû pêşeng û têkoşer in. Azadiya me girêdayî azadiya Rêbertî ye."

Xûd wiha domand: "Em bang li tevahî netewe û olên xwe dikin ku daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Li Îmraliyê li dijî komplogeran berxwedana dîrokî lê dide û têkoşîna me li tevahî qadan ji bo têkbirina vê komployê didome."

Xûd bal kişand ser berxwedana QSD û YPJˋê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: "Berxwedana Bendava Tişrînê berxwedaneke efsanewî ye. Di oxira parastina herêmê ji êrîşan keç û xortên me şehîd bûn. Êdî ev bend bûye sembola berxwedanê."

Di dawiya meşê de koma Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî pêşkêş kir.

KANTONA CÎZÎRÊ

Li Kantona Cîzîrê li Til Hemîş, Dêrîk, Amûdê, Rimelan, Til Koçer û Çilaxayê civîn hatin lidarxistin.

TIL HEMÎS

Meclisa Bajarê Til Hemîsê bi boneya nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo civînek li dar xist. Civîn li Navenda Çandê bi amadebûna bi dehan şêniyên bajar û gundên wê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, rêvebera Meclisa Kongra Star a bajarê Qamişloyê Rûken Cûdî axivî. Rûken pêvajoyên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo vegot û got, "Me ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku revandina Rêber Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd neşkenand, lê belê rihê wî yê berxwedan û têkoşînê geştir kir."

Rûken Cûdî anî ziman ku heya mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dê li ser fikr û felsefeya wî bimeşin.

Di dawiya civînê de dirşûmên "Bijî berxwedana QSD’ê" û "Jin, Jiyan Azadî" hatin berzkirin.

DÊRIK

Meclisa Kongra Star a bajarê Dêrikê jî civînek ji gel re li dar xist. Di civîna bi rêzgirtinê dest pê kir de endama Kongra Star Gulîstan Osman axivî. Gulîstan Osman diyar kir armanca revandina Rêber Apo têkbirina tevgera azadî û doza gelê Kurd bû.

Gulîstan Osman destnîşan kir ku divê 15’ê Sibatê bibe roja aştiyê ji tevahî gelên Rojhilata Navîn re û gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe.

Civîn bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Apo bi dawî bû.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê jî civînek girseyî li nivîsgeha PYD’ê hat lidarxistin.

Di civînê hate diyarkirin ku gelê Kurd li hemberî planên qirkirinê yên dewleta Tirk sekinîn. Her wiha hate destnîşankirin ku serkeftinên hatine bidestxistina berhemên fikr û felsefeya Rêber Apo ne.

Beşdaran ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî soza domandina têkoşînê da.

Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

RIMÊLAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi beşdariya bi dehan jinên ji Girkê Legê û Rimêlanê civînek li avahiya Sendîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlan li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê Neîma Hesen der barê komploya 15’ê Sibatê de axivî û got: "Komplo ne tenê di şexê Rêbertî de hat kirin, lê li dijî tevahî gelê Kurd bû."

Neîma Hesen ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga têkoşîneke topyekûn kir û diyar kir ku têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beşek ji têkoşîna ji bo aştiyê ye.

Civîn bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

TIL KOÇER

Bi heman wesîleyê Meclisa Bajarê Til Koçerê li navenda HPC’ê civînek bi beşdariya bi dehan şêniyan li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê meclisê Newaf El Xedan der barê komployê, armancên wê û hêzên komploger de nirxandin kir.

Rêveberê Nivîsgeha PYD’ê ya Til Koçerê Mekseb El Seyah jî der barê mijarê de nirxandin kir û got, armanc ji komployê têkbirina berxwedana gelê e ku di rêya azadiyê de ramanên Rêber Apo esas girtiye ye.

Mekseb El Seyah diyar kir ku Rêber Apo bi berxwedana xwe komplo pûç kir û wiha domand "Fikrê Rêbertî rêya azadiya me ye, lew ra divê em qada têkoşînê fireh bikin û li dora fikrê Rêbertiya xwe kom bibin."

 Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

ÇILAXA

Li bajarokê Abirê jî bi beşdariya bi dehan jinan civînek hat lidarxistin. Civîn li avahiya  Meclisa Bajarokê Abirê ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin.

Di civînê de Hevseroka Yekitiya Esnafan a TEV-DEM’ê Henîfe Mihemed axivî û got, “Rêber Abdullah Ocalan hêvî da gelê Kurd û doza wî vejand.”

Henîfe Mihemed diyar kir ku Rêber Apo ne tenê Kurd, di heman demê de rêya têkoşînê li pêşiya tevahî tevgerên li cîhanê vekir.

Henîfe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kir.

 Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

KANTONA HESEKÊ

Bi boneya şermezarkirina salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, Meclisa Jinan a PYD’ê li Hesekê, Şedadê, Hol û Til Birakê daxuyanî dan.

Daxuyaniya li bajarê Hesek bi beşdariya bi dehan endamên rêxistinên jinan hate dayîn û ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a PYD’ê Huda Mihemed ve hat xwendin. Li Şedadê jî jî daxuyanî bi amadebûna endam û rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî hate dayîn. Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa bajarê ji aliyê rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê ya Şedadê Delal Zekeriya ve hat xwendin.

HOL

Li Holê jî daxuyaniya li pêşiya avahiya PYD’ê ji aliyê rêvebera Komîteya Sotemeniyê Hîba El Hewas ve hat xwendin. Daxuyaniya li Til Birakê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî li ber avahiya PYD’ê ji aliyê endama PYD’ê Henîn Silêman ve hat xwendin.

Di daxuyaniyande hate diyarkirin ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo berdewama komployên li dijî gelên azadîxwaz ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, komploya ku beriya 26 salan dest pê kir heya roja îro dewam dike û wiha hat domandin "Girtîgeha Îmraliyê kirin cihekî tecrîdkirinê, lê Rêbertî girtîgeh veguherand navenda berxwedan û fikrên demokratîk û bi projeya neteweya demokratîk çareserî ji pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn re pêşkêş kiriye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê îsal bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hate kirin ku dawî li tecrîdê bînin û qanûnên navneteweyî yên mîsogerkirina mafên girtiyên siyasî bi cih bînin.

Bi heman çarçoveyê de, Kongreya Star civîneke girseyî li bajarê Holê li dar xist. Bi dehan şêniyên bajar, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.

Di civînê de endama Kongra Star Hîna El Ehmed axivî û qala jiyana Rêber Apo û hurguliyên komploya navneteweyî ya li dijî wî kirin.

Hîba El Ehmed bal kişand ser pergala êşkence û qirkirinê ku li dijî Rêber Apo tê meşandin û got, pergal beşek ji siyaseta sîstematîk e ku armanc dike li ber belavbûna ramanên wî bigirin.

Di dawiya civînê de belgefîlmeke li ser jiyana Rêber Apo, pêvajoyên têkoşîna wî, felsefeya wî û bandora ramanên wî li ser tevgera siyasî û civakî hat temaşekirin.

TIL BIRAK

PYD’ê di heman çarçoveyê de civîneke girseyî li bajarê Til Birakê li dar xist. Civîn li Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya bi dehan şêniyên bajar, endamên saziyên sivîl, leşker û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Di civînê de sînevîzyonek der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de hat pêşandan. Piştre endama PYD’ê Mizgîn Botan beşk ji nirxandinên Rêber Abdullan Ocalan ên li ser komployê xwend.

Mizgîn Botan banga hevgirtinê li gel kir û got: "Em 15’ê Sibatê bikin roja azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan."

Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok Jiyan nabe" bi dawî bû.

HESEKÊ

Meclisa Bajarê Hesekê jî der barê komploya navneteweyî belavok li şêniyan hatin belavkirin. Di belavokan de bangên beşdariya mîtînga girêseyî hat kirin ku dê 15’ê Sibatê li Qada Azadî ya li Hesekê were lidarxistin.