Şehîd Hozan li Kobanê bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê şehîd Diyar Kurdî bi nasnav Hozan, li Kobanê bi merasîmekê hate veşartin. Ji kantona Firatê gelek kes tevlî merasîmê bûn.
Cenazeyê şehîd Diyar Kurdî bi nasnav Hozan, li Kobanê bi merasîmekê hate veşartin. Ji kantona Firatê gelek kes tevlî merasîmê bûn.
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Diyar Kurdî bi nasnav Hozan, ku 11'ê Sibata 2025'an di encama qezayeke trafîkê de li Reqayê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê bi merasîmekê hate veşartin.
Di merasîmê de wêneyên Şehîd Hozan û alên QSD'ê hatin hildan.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Dunya Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku wê li ser şopa şehîdan bin.
Dunya Mihemed anî ziman ku ew ê bi berxwedana şervanên xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin, êdî dema hejandina ala serketinê hatiye û got, "Divê em bi berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Şervanên me ji bo parastina axa xwe canê xwe feda dikin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarê şehîdên xwe bin."
Endamê Desteya Dispilînê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û got: "Divê pêvajoya dîrokî de, em ê bi saya şehîdên xwe bi ser bikevin. Em ê tu carî xwîna şehîdên li erdê nehêlin."
Wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.
Cenazeyê şehîd bi dirûşma "Şehîd namire" hate veşartin.