Li Qamişloyê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyên 2 şervanên QSD'ê ku meha Çileyê li Dêr Hafir û Kobanê şehîd bûn li Qamişloyê hatin veşartin.
Cenazeyên 2 şervanên QSD'ê ku meha Çileyê li Dêr Hafir û Kobanê şehîd bûn li Qamişloyê hatin veşartin.
Cenazeyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Çiya Qamişlo (Ebdlezîz Derwîş), ê ku 29`ê Çileyê li Dêr Hafirê şehîd bûbû, û Reyan(Leys Kîrat), ê ku 16`ê Çileyê Ii Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hatin definkirin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenaziyên her 2 Şehîdan ji morga li taxa Enteriyê wergirtin û li ser milan heta Pakrewangehê bi meşê birin.
Di meşê de wêneyên herdu şehîdan hatin hildan û dirûşmeyên ku dilsoziya bi şehîdan re tînin ziman hatin berzkirin.
Piştî meşê li Pakrewangehê merasîm hat lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Fatima El-Casir axivî û hemû şehîdên şoreşê bibîr anîn.
Fatima salvegera komploya 15'ê Sibatê ku sala 1999'an li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû pêkanîn jî şermezar kir û diyar kir ew di wê baweriyê de ne ku dê sala 2025`an bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
Yek ji Farmandarên Meclisa Leşkerî ya Bajarê Qamişlo Nezîr Sofî jî axivî û da zanîn ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin û got: “Keç û xortên me keleha berxwedanê ji bo gelê xwe ava dikin.”
Endamê Kongra Îslama Demokratîk Mele Silêman Elî jî da zanîn ku xaka welat bi xwîna şehîdan hatiye avdan, lewma ew ê şopdarên wan bin û sersaxî ji hemû malbat û gel xwest.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de bi sedan kesan cenazeyên herdu cangoriyan di nava dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” de spartin axê.