Nûnerên Rêveberiya Xweser cihê xwe di çeperên şer de girtin
Rêveberiya Xweser a Demokratîk tevlî seferberiya giştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, bû.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk tevlî seferberiya giştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, bû.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser banga Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) tevlî seferberiyê bûn. Li çepera şer ya Kobanê nûnerên Rêveberiya Xweser li kêleka şervanan li ber xwe didin.
Li Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê bi dehan ji nûnerên Rêveberiya Xweser seferber bûn û cihê xwe di çeperên pêş ên şer de girtin.
Derbarê mijarê de civîna seferberiyê hate lidarxistin û bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevseroka TEV DEM a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziyê Mihemed civîn bi rêve bir û wiha got: “Li ser banga Rêveberiya Xweser me berê xwe da bajarê Kobanê û li gel şervanan me dest bi berxwedaniyê kir. Îro dayîk, bav, xwîşk û birayên me li bendava Tişrînê li ber xwe didin, ji êrîşan re dibêjin na, ji şer re dibêjin na, em in xwedî vê axê, ev axa me ye em in xwediyê wekhevî û edaletê.””
Hevserokê Meclîsa Cîbcîkar a Kantona Cizîrê Telet Yûnis jî axivî û wiha got: “Em weke tevahî nûnerên di nava hemû saziyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de tevlî seferberiyê bûn. Gelê me yê berxwedêr îro dîsa careke din xwe li hemberî dagirkeriyê dide îsbatkirin ku ew ê li ber xwe bidin. Silavên me li wan hevalan heye, em berxwedaniya wan silav dikin. Di heman demê de em berxwedaniya şervanên xwe jî silav dikin. "
Telet anî ziman ku ew ê li hemberî siyaseta qirkirinê rabin û wiha bilêv kir: “Berxwedaniya li pira Qereqozaxê, berxwedaniya Bendava Tişrînê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaniyeke bêhempa ye. Êdî em hemû QSD’ê ne, divê civaka me jî hemû QSD bin. Çawa me di destpêka şoreşê de rêya neteweya demokratîk û sîstema parastin da avakirin, em ê dîsa xebatê bikin da ku em careke din mêxwedî li vê axa xwe derkevin."
Dûra jî Endamê Rêveberiya Meclîsa Leşkerî a Kobanê Ismaîl Ismaîl axivî û ev tişt got: “Em weke şervan û meclîsa leşkerî ya Kobanê li hemberî dagirkeriyê rabin ser piyan. Em ê ji her êrîşekê re bibin bersiv. Berxwedaniya ku hêza me niha dike, berxwedaniyeke dîrokî ye. Li Qereqozax û Tişrînê destan tên nivîsandin. Di her milî de hêza me xurt e, em behsa projeyeke nû dikin, em ê bi wê hêzê jî bi ser bikevin."