QSD’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşkere kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameyên 4 şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameyên 4 şervanên xwe yên şehîd bûne eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê şehadeta 4 şervanên xwe eşkera kirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji detpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ve, gelek êrîş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin û wiha hat domandin "Lê bi sekin û berxwedana şervanên me û bi hevgirtina gel hemû êrîş têk çûn. Di encama vê berxwedanê de gelê me destketiyên mezin ên bêhemûpa hatin bidestxistin. Ji van destketiyan herêmên me bûn herêmên herî ewle li Sûriyeyê, her wiha projeya şaristanî û jiyana hevbeş û mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan, atmosfera çalak a pirreng û hevdin qebûlkirin e"
Di daxuyaniyê de îşaret bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û berxwedana gel û QSD’ê ya li hemberî êrîşan hate kirin û wiha hate gotin: "Li hemberî êrîşên bi armanca têkbirina projeya me ya demokratîk, gelê me bi pêşengiya QSD’ê parastin kir û hîna jî bi hemû hêza xwe li hemberî êrîşên dagirker û çeteyan li ber xwe didin, nahêlin xeyalnên dagirkeran ên firehkirina qada dagirkeriya xwe li ser herêmên me yên bi xwîna zarokên wê hatine avdan, pêk werin. Di vê berxwedana lehengane de, hejmarek şervanên me piştî ku dersek a berxwedanê dan dagirker û çeteyan gihiştin asta şehadetê. Navên şehîdan wiha ne: Hozan (Diyar Mistefa Kurdî), Çiya Qamişlo (Ebdulezîz Adil Derwîş), Reyan Qamişlo (Leys Ceryan Kêrt), Mihemed Şerîf ( Mihemed Musena El Şerîf)."
Di daxuyanê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û hate destnîşankirin ku birydardarî û israra şervanan a domandina têkoşîna şehîdan zêdetir dibe û dê heta serkeftinê berxwedanê geş bikin.
Li gorî daxuyaniyê, agahiyên der barê nasnameyên şehîdan de wiha ne:
Nasnav: Hozan
Nav û paşnav: Diyar Kurdî
Navê dayikê: Şemsa
Navê bav: Mistefa
Cihê jidayikbûnê: Tefşo
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-ji ber qezayeke trafîkê şehîd bû- 11 Sibat 2025
Nasnav: Çiya Qamişlo
Nav û paşnav: Ebdulezîz Derwîş
Navê dayikê: Elîfe Şukrî
Navê bav: Adil
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir- 29 Çile 2025
Nasnav: Reyan Qamişlo
Nav û paşnav: Leys Kêrt
Navê dayikê: Xasa El Ehmed
Navê bav: Ceryan
Cihê jidayikbûnê: Hamo
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê-Gund Til Xezal-ji ber qezaya perwerdeyê şehîd bû- 16 Çile 2025
Nasnav: Mihemed El Şerîf
Nav û paşnav: Mihemed El Şerîf
Navê dayikê: Kewser
Navê bav: Musena
Cihê jidayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa-Gundê Zenûbiya- 1 Sibat 2025.