Karwanê nû gihişt Bendava Tişrînê
Karwanên ku ji gelên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên Kantona Cizîrê pêk tê, gihişt Bendava Tişrînê.
Karwanên ku ji gelên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên Kantona Cizîrê pêk tê, gihişt Bendava Tişrînê.
Îro karwanên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa yên kantona Cizîrê ji bo ku tevlî çalakiya nobedariyê bibin, ber bi bendava Tişrînê ve ketin rê.
Karwanê şêniyan gihşte bendavê û ji hêla şêniyên bajarên Hesekê, Tiltemir, Dirbêsiyê, Şedadê û Til Birakê ku 11`ê Sibatê gihiştibûn bendavê, hatin pêşwazîkirin.
Ji roja 8`ê Çileyê ve şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê, çalakiya nobedariyê berdewam dikin.