ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Her netewek bi zimanê xwe li dibistanê xwe dide îfadekirin
Neqşan Mihemed diyar kir ku piştî rizgarkirina Minbicê her netew bi zimanê xwe êdî xwe dide îfadekirin û li şûna yek ziman pir ziman hene û got: "Em salvegera Rizgarkirina Minbicê li hemû gelan pîroz dikin, wê ji bo jiyaneke azad têkoşîn bidome." -
Şikakî: Pêngava 15'ê Tebaxê moral da gel
Abdullah Şikakî anî ziman ku 15'ê Tebaxê baweriya gel a bi kadroyên PKK'ê xurt kir. -
'Êrişên li ser Dêrazorê êrişên li ser tevahiya herêmê ne'
Endamê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Hogir Cizîrî got, "Di heman dema êrişa li ser Dêrazorê de êriş li xeta Minbic û Til Temirê jî hatin kirin. Her rê û rêbazê bi kar tînin. Lê belê bersiveke tund wergirtin û wê werbigirin." -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehbayê bombebaran dike
Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundên Kantona Efrîn-Şehbayê bombebaran dike. -
Welatiyekî ku di êrîşên Dêrezorê de birîndar bibû, şehîd bû
Welatiyekî ji ber êrişên koma Dîfa El Wetenî ya girêdayî hikumeta Şamê li dijî bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê birîndar bûbû, şehîd bû -
Konferansa Yekemîn a Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd li kantona Firatê hat lidarxistin
Li Kantona Firatê Konferansa Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi amadebûna bi sedan kesan li hola Çand û Hunera Baqî Xido hat li darxistin. -
Li Qamişloyê komxebat: Tevlîbûna ji pêngavê re divê hîn aktîf û xurttir be
Li Qamişloyê têkildarî pêngava ji bo azadiya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, komxebat hate lidarxistin. Di komxebatê de peyama “Divê gelê me hîn aktîf û xurttir beşdarî vê pêngavê bibe.” -
Ji TEV-DEM'ê peyama Pêngava 15'ê Tebaxê
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) 15'ê Tebaxê cejna vejînê li gelê Kurd, gelên Kurdistanê û herêmê pîroz kir. -
HRE'yê avêt ser dagirkeran: 20 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di encama 2 çalakiyan de li Ezaz û Marê 20 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 17 çete jî birîndar bûn. -
Rûspiyên Dêrazorê ji bo sekinandina êrişên li ser Dêrazorê bang kirin
Rûspiyên eşîrên Dêrazorê bang li hêz û eşîrên li herêmên hikumeta Şamê kirin ku ji bo sekinandina êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê bikevin nava hewldanan. -
Cenazeyê şervanên HRE’ê hatin veşartin
Cenazeyê şehîdên Hêza Rizgariya Efrînê Botan Efrîn û Behdîna Efrîn li Goristana Şehîd Zozan Amanos hatin veşartin. -
Eşîrên kantona Cizîrê: Em ê bi derfetên xwe welatê xwe biparêzin
Eşîr û qebîleyên kantona Cizîrê têkildarî êrîşên li Dêrazorê daxuyanî dan û gotin, “Em eşîr, bi jin, mêr û ciwanên xwe bi QSD û hêzên Asayîşê re ne. Em ê bi hemû derfetên xwe ewlehiya welatê xwe biparêzin.” -
Li Sûriyeyê erdheja bi 5.5 pileyî
Li bajarê Hama yê Sûriyeyê bi mezinahiya 5.5 pileyî erd hejiya, di encamê de 25 kes birîndar bûn. -
HRE: Hevrêyên me Botan û Behdîna şehîd bûn
HRE'yê ragihand ku di şerê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şervanên wan Botan Efrîn û Behdîna Efrîn şehîd bûne. -
Bi fuzeyan êrîş birin ser gundewarê Minbicê
Artêşa Tirk a dagirker bi fuzeyan êrîş bir ser gundê Muhsînlî yê Minbicê. -
Ji bo şehîd Elaa El Ebdullah li Minbicê konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elaa El Ebdullah ê li ser erka xwe şehîd bû, konê sersaxiyê hat vedan -
Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya gelê herêmê serdana kantona Dêrazorê kir. -
Di êrîşa li dijî Dêrazorê de jinek hate qetilkirin
Jinek a di encama êrîşên hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî de bi giranî birîndar bibû, şehîd bû. -
Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê: 20 kes hatin kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê, ragihan ku li hemberî komkujiyên li Dehla û Cidêdet Begara çalakiya bersivdayînê li dijî hêzên hikûmeta Şamê pêk anîne û di encama çalakiyan de 20 kes hatine kuştin. -
Eşîrên Kurd û Ereb êrîşên li Dêrazorê şermezar kirin: Em piştgirî didin QSD’ê
Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên bajarê Hesekê, êrîşên hêzên hikûmeta Şamê û hevalbendên wê yên li Dêrazorê şermezar kirin û peyama ew piştgirî didin QSD’ê dan. -
Şam û hevalbendên wê êrîşên xwe li Dêrazorê didomînin: 14 kes birîndar bûn
Hate ragihandin ku di encama êrîşên hêzên hikûmeta Şamê û hevalbendên wan Dîfa El Wetenî yên li gundewarê Dêrazorê pêk anîn de, hejmara birîndaran bûn 14 kes. Hat daxuyakirin ku mizgeftek jî hat bombekirin. -
YRJ’ê kampanya ‘Na ji darvekirinê re’ da destpêkirin
YRJ'ê, li dijî cezayên darvekirinê yên dewleta Îranê yên li dijî rojnamevan û aktîvîstên jin dest bi kampanyayê kir. -
Li Minbicê topbaran
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe di nava sê rojên dawî de herî kêm 171 topên hawanê avêtin bejahiya kantona Minbicê. -
Di êrişa li dijî gundekî Dêrazorê de 2 gundî birîndar bûn
Di êrişên Dîfa El-Wetenî û komên din ên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê de li Kantona Dêrazorê 2 gundiyên din jî birîndar bûn. -
Eşîran li dijî êrişên li Dêrazorê banga yekîtiyê kirin
Rûspiyên eşîran êrişên hikumeta Şamê û hêzên Dîfa El Wetenî yên li Dêrazorê şermezar kirin û li dijî destwerdana dewleta Tirk banga yekîtiyê kirin.