Cenazeyê şervanên HRE’ê hatin veşartin

Cenazeyê şehîdên Hêza Rizgariya Efrînê Botan Efrîn û Behdîna Efrîn li Goristana Şehîd Zozan Amanos hatin veşartin.

ŞEHÎDÊN EFRÎNÊ

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Botan Efrîn (Ebdilrehman Ehmed) û şehîd Behdîna Efrîn (Mihemed Tenbel) di 12'ê Tebaxê de, di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûn.

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê cenazeyên şehîd Botan Efrîm û Behdîna Efrîn ji Nexweşxaneya Avrîn wergirtin û ber bi goristana şehîd Zozan Amanos a bajarokê Fafînê ve bi rê ketin.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Sûreye Hebeş sersaxî da malbatên şehîd û tevahî gelê Kurdistanê û got: "Berxwedana gelê me divê xurtir be, da ku em li hemberî dijmin şer bikin. Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bimeşin û têkoşînê mezin bikin. Bila dijmin bizane ku em ji Şehbayê dernakevin, heya dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê li vir têbikoşîn."

Sûrerye  got, "HRE'yê zarokên me ne û Efrîn ya efriniyan e” û soza şopandina rêya şehîdan da.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Welîd Dingilî axivî û wiha got: " Şehîdên me di oxira parastina ax û gelê xwe de canê xwe feda kir. Efrîn dike hawar û bang li şervanên xwe dike. Em ê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û bi saya têkoşîn û berxwedana gelê Efrînê û HRE'yê a di çeperên şer de Efrînê di demek nêz de rizgar bikin."

Piştre wesîqeya şehadetê hatin xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê şehîdan bi siloganên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hat veşartin.