Hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî îro dîsa gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê bi obîs û hewanan topbaran kirin.
Li gorî agahiyên ewil di êrîşa li ser gundê Kişkiyê de 2 gundî birîndar bûne.
ANHA’yê ragihand ku di êrîşa li ser taxa El Mewh a bajarokê Ebû Hemamê de 14 kes birîndar bûne.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên kantona Dêrazorê.
Ji birîndaran navên Mahir El Marûf, Hemîd El Xilêf El Necim, Emar Salih El Elî, Mihemed El Emîn El Salih, Emar Salih El Ehmed hatin zanîn.
Li gorî bijîşkên nexwexaneyan rewşa 2 birîndaran giran e.
Hat ragihandin ku li bajarokê Ebû Hemam û Kişkiyê jî birîndar çêbûne, lê ji ber berdewama topbaranê tîmên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin wan.
Li gorî agahiyên dawiyê li Kişkiyê mizgeftek hatiye bombekirin.