Di êrişa li dijî gundekî Dêrazorê de 2 gundî birîndar bûn

Di êrişên Dîfa El-Wetenî û komên din ên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê de li Kantona Dêrazorê 2 gundiyên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin danê sibehê gundewarên rojhilatê Kantonê Basîra, Kişkiye û Ebû Hemam bûn hedefa êrîşa.

Hat ragihandin ku di encama bombebarana li dijî gundê Kişkiyê, ji heman malbatê 2 kes birîndar bûn. 

Birîndar li nexweşxaneya Ebû Hemam têne dermankirin. Hat zanîn ku birîndar Emar Salîh û hevsera wî El Emşe ye. 

Di 7-9 'ê Tebaxê de di encama êrîşên hawan û obusan ên Dîfa El-Wetenî û komên din ên çekdar li ser gundên li rojhilatê Dêrazorê de 13 kes şehîd bûn ku zarok û jin jî di nav de hene û 12 kes jî birîndar bûn.

Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê, di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku di pevçûnan de 25 endamên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê û bi taybet Difa El-Wetenî hatine kuştin.