BI DÎMEN

Eşîrên kantona Cizîrê: Em ê bi derfetên xwe welatê xwe biparêzin

Eşîr û qebîleyên kantona Cizîrê têkildarî êrîşên li Dêrazorê daxuyanî dan û gotin, “Em eşîr, bi jin, mêr û ciwanên xwe bi QSD û hêzên Asayîşê re ne. Em ê bi hemû derfetên xwe ewlehiya welatê xwe biparêzin.”

Rûspiyên eşîr û qebîleyên Kurd û Ereb ên kantona Cizîrê li ser êrîşên hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser kantona Dêrazorê daxuyanî dan. Daxuyaniya ku li ber Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan ê kantona Cizîrê hat dayîn,  ji aliyê nûnerê qebîleya Şerabîn a Sûriyeyê Mihemed Arif ve xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hikûmeta Şamê tiştên li herêmên din ên Sûriyeyê diqewimin, binpêkirinên berçav û dubare yên li hemberî serweriya xaka wê jî paşguh dike û dest bi derxistina tevliheviya li herêmên aram kiriye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikumeta Şamê bi lihevkirina bi dewleta Tirk û hêzên din re, bi rêya destekdayîna komên çete yên girêdayî xwe dixwaze kaosê derxe û aramiyê têk bibe.

Di daxuyaniyê de êrîşa par a bi armanca têkbirina îradeya gelê Dêrazorê û sembolên wê yên civakî û eşîran pêk hatibû û hatibûn têkbirin.

PARASTINA WELAT ERKA PÎROZ E

Hate gotin şêx û rûspiyên kantona Cizîrê li hemberî hewldanên hikumeta Şamê û çekdarên wê yên bi armanca derxistina fitneyan, hevgirtî ne û wiha hat domandin: "Em eşîr, bi jin, mêr û ciwanên xwe bi QSD û hêzên Asayîşê re ne. Em ê bi hemû îmkanên xwe ewlehiya welatê xwe biparêzin. Ezmûn û mercên dijwar ku em tê re derbas bûne, îsbat dikin ku yekitî û hevgirtina me çeka herî bihêz a li dijî hewldanên têkbirina ewlehiyê û jihevbirina yekitiya pêkhateyên wê ye. Em bi vê yekê bawer in ku welat ji her tiştî buhatir e. Parastina wê erkeke pîroz e dikeve ser milê tevahî ferdên qebîle û eşîrên me."

Di daxuyaniyê de hewldanên derxistina nakokiyan, têkbirina ewlehiya herêmê û komkujiyên li Dêrazorê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku ev êrişên dighêje asta sûcên şer li dijî nirx û rêgezên exlaqên mirovatiyê û qanûnên navneteweyî ne.

PIŞTGIRIYÊ BIDIN QSD’Ê

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Em bang li tevahî gelên welatê xwe yên ezîz dikin ku piştgiriyê bidin QSD û hêzên Asayîşê. Berjewendiyên welat di ser her tiştî re ne."

Qebîleya Tey ya Ereb jî bi heman armancê daxuyaniyek da. Serokê Meclisa Qebîleya Tey Hesen Ferhan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de piştgirî bi QSD û Asayîşê re hat nîşandan. Hate gotin, QSD û Asayîş nûnerên rewa yên tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Di daxuyaniyê de êrîşên li ser kantona Dêrazorê hatin şermezarkirin û hate gotin, qebîleya Tey û tevahî eşîrên herêmê bi pêkhate û baweriyên xwe yên cuda bi QSD’ê re ne.