Di êrîşa li dijî Dêrazorê de jinek hate qetilkirin

Jinek a di encama êrîşên hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî de bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.

Hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî vê sibehê bajarokên Ebû Hemam, Kişkiye û derdora bajarê Bisêra yê rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kirin.

Hat diyar kir ku jina bi navê Resmiya Salih El Îd a 40 salî ku di êrîşa îro ya li ser bajarokê Ebû Hemamê de bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.

Ji ber êrîşên hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên ji êvara roja Sêşemê heta niha ve li dijî gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê de 14 kes şehîd bûne û 26 jî birîndar bûn.