Li Sûriyeyê erdheja bi 5.5 pileyî

Li bajarê Hama yê Sûriyeyê bi mezinahiya 5.5 pileyî erd hejiya, di encamê de 25 kes birîndar bûn.

LI SÛRIYEYÊ ERDHEJ

Navenda Neteweyî ya Erdhejan ragihand doh saet di 11.56ˊan de bi pileya 5,5 erdhejek bi 28 kîlometre li rojhilatê navenda bajarê Hemayê çêbû.

Li gorî navendê, piştî erdheja yekemîn 4 erdhejên biçûk tomar kirin.  Navendê ragihand ku erdheja yekemîn bi pileya 3,9, erdheja duyemîn bi 2,4, erdheja sêyemîn bi pileya 2,4 û erdheja sêyemîn bi pileya 3,1 çêbûn.

Li gorî çavkaniyên erdhej li Dêrazor, Humis, Laziqiye, Heleb û Tertûs hat hîskirin.  Derbarê zeraran de agahî nehatin parvekirin.

Rêveberê BeşaTenduristiyê yê Hemayê yê girêdayî hikumeta Şamê Mahir Yûnis aşkera kir ku di encama erdhejê de 25 kes bi sivikî birîndar bûn.