Ji bo şehîd Elaa El Ebdullah li Minbicê konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elaa El Ebdullah ê li ser erka xwe şehîd bû, konê sersaxiyê hat vedan

Endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, malbatên şehîdan, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û bi sedan şêniyên kantona Minbicê herikîn bin konê sersaxî yê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Elaa El Ebdullah ku li pêş mala wî ya li gundê Ebû Qelqel hatiye vedan.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Elaa El Ebdullah 9`ê Tebaxê li Minbicê şehîd bûbû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ceylan Elo di merasîmê de axivî û fedakariyên şehîdan silav kirin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Cadir axivî û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin û êrîşên dagirkeriyê têk bibin.

El Cadir destnîşan kir ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade ne êrîşan rawestînin.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê Cuma Heyder got: "Bi saya şehîdan em di vê ewlehiyê de dijîn. Heta ku zarokên me ji bo rûmeta gelê xwe û ewlekariya malbatên xwe canê xwe feda dikin, dê ewlehî li herêmên me serwer be."

Hevserokê Meclisa Bajarokê Til Hozan Ehmed El Hisên soz da ku rêya şehîdan berdewam bike û destkeftiyên şehîdan biparêzin.