BI DÎMEN

Eşîran li dijî êrişên li Dêrazorê banga yekîtiyê kirin

Rûspiyên eşîran êrişên hikumeta Şamê û hêzên Dîfa El Wetenî yên li Dêrazorê şermezar kirin û li dijî destwerdana dewleta Tirk banga yekîtiyê kirin.

ÊRIŞÊN LI DÊRAZORÊ

Ji ber êrişên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê yên li ser bajar û bajarokên li rojhilatê Kantona Dêrazorê 13 kes şehîd bûn ku zarok jî di nav de bûn, 12 kes jî birîndar bûn. Têkildarî êrişên hêzên Dîfa El Wetenî û hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê, Rûspiyê Eşîra Sefa Mihemed Tirk Suan û Rûspiyê Eşîra El Efadla Şêx Îbrahîm El Hadî ji ANF'ê re axivîn.

EŞÎR BI RÊVEBERIYA XWESER Û QSD'Ê RE NE

Mihemed Tirk Suan êrişên hêzên Dîfa El Wetenî û hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê şermezar kir û got, "Êriş ji aliyê hêzên Dîfa El Wetenî û hikumeta Şamê ve têne kirin, lê belê hêzên ku êriş dikin xwe weke artêşa eşîran didin naskirin. Lê belê pênaseke bi navê artêşa eşîran nîne. Ev hêz ji ber xwe ve pênaseyeke bi vî rengî dikin. Hêzên êrişkar dibêjin, eşîr li dijî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk in, lê belê ev gotin ne ya qebûlkirinê ye. Ji ber ku rewşeke bi vî rengî nîne."

'TILIYA DEWLETA TIRK DI ÊRIŞAN DE HEYE'

Mihemed Tirk Suan diyar kir ku haya eşîrên li Dêrazorê ji fitneyên dewleta Tirk heye û got, "Tiliya dewleta Tirk di êrişên li ser Dêrazorê heye. Dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Propaganda reşkirina Rêveberiya Xweser dike ku karibe projeya Neteweya Demokratîk a Rêveberiya Xweser ji holê rake."

BANGA LI XELKÊ DÊRAZORÊ

Mihemed Tirk Suan bang li xelkê Dêrazorê kir û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Xelkê Dêrazorê divê ji sekna xwe ya têkoşeriyê tawîzê nede. Rê û armanca gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek e. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hêza me ya xweparastinê ye, divê em piştgiriya xwe ya ji bo QSD'ê ji bo kêliyekê jî kêm nekin û bi QSD'ê re bin. Weke rûspiyên eşîran em ê bi ewladên xwe re bin, xaka xwe biparêzin û divê em nehêlin yekbûna xaka me parçe bibe."

'ARMANCA ME MISOGERKIRINA ARAMIYÊ YE'

Şêx Îbrahîm El Hadî jî destnîşan kir ku ew êrişên li ser Dêrazorê red dikin, şermezar dikin û got, "Armanca bingehîn a eşîrên li herêmê misogerkirina aramiyê ye. Weke rûspî û şêxên herêmê em ê timî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re bin. Em hêvîdar in ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li ber van êrişan rabin û xwedî li xaka xwe derkevin. Ji ber ku her kesî dît bê bi van êrişan re 13 kes çawa hatin kuştin, em vê yekê qebûl nakin. Weke rûspî û şêxên herêmê heta dawiyê em bi Rêveberiya Xweser û QSD'ê re ne."

'BI XWIŞK Û BIRATIYA GELAN EM Ê DAWÎ LI ÊRIŞAN BÎNIN'

Şêx Îbrahîm El Hadî destnîşan kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser temsîla xelkê herêmê dikin û di dawiya axaftina xwe de got, "QSD û Rêveberiya Xweser temsîla gelên herêmê dikin. Rojeke bi tenê jî nêzîkatiyeke nijadperest û neteweperest nîşan nedan. Ereb, Kurd, Suryanî, Ermen, Çerkes hemû têkoşîneke hevpar dimeşînin û di oxira vê têkoşînê de ji bo xwişk û biratiya gelan jiyaneke hevpar ava kirin. Em ê bi xwişk û biratiya gelan van êrişan têk bibin."