HRE'yê avêt ser dagirkeran: 20 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di encama 2 çalakiyan de li Ezaz û Marê 20 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 17 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li hember êriş û siyasetên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, 2 çalakî li dora bajarê Ezaz û Marê lidar xistine. Di encamê de 20 çete hatine kuştin û 17 çete birîndar bûne. 

Daxuyaniya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Hêzên me di çarçoveya bersivandina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de 2 çalakî lidar xistin.

9'ê Tebaxê li ser xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke serdegirtinê li ser çeperên dagirkeran lidar xistin. Çeperên dagirkeran ên li wir bi temamî hatin îmhakirin û di encama vê çalakiya de 3  çete hatin  kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.

11'ê Tebaxê li ser xeta Mareyê hêzên me ji 3 baskan ve ketin nava çeperên dijmin, li vir bi awayekî xurt li gorî hate plankirin li dagirkeran xistin. Hêzên me ketin nava çeperên dijmin û îmha kirin.Di vê çalakiyê de 2 Seyareyên doçka 14'ê nîv barkirî di destpêkê de ketin destê hêzên me. Piştî êrîşê çete bi çeka doçka bi giranî teqiye kirin. Hêzên me li wir jî li her du seyareyên doçka yên 14’ê nîv tevê seyare yan îmha kirin.

Di heman demê de piştî vê yekê jî hêzên me çûn ser cenazeyên dijmin ji ser wan çek û alavên leşkerî rakirin. Her wiha dema dagirkeran xwestin werin teqwiyeyê li seyareyên wan hate xistin, li vê derê jî maşîneya teqwiyeyê û dagirkerên tê de hemû hatin kuştin.

Hevalên me bi saxlemî vegeriyan cihê xwe. Di encama vê çalakiya de 17 çeteyên dagirker hatin kuştin, 12 jî birîndar bûn. Di heman demê de 2 seyareyên Doçka barkirî, 1 Seyareya Teqwiyeyê, 2 Motor, çeperên hatin îmhakirin, 1 Çeka B-7 ( Bisving guleyê xwe û çenteyê xwe), 2 rext, 7 Jarjorê AK-47 û hejmarek ji fîşekên wê, telefonek û her wiha nasname yên wan tê desteserkirin."