BI DÎMEN

Rûspiyên Dêrazorê ji bo sekinandina êrişên li ser Dêrazorê bang kirin

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê bang li hêz û eşîrên li herêmên hikumeta Şamê kirin ku ji bo sekinandina êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê bikevin nava hewldanan.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê li ber êrişên hêzên hikumeta Şamê yên li gundwarên Dêrazorê rabûn, êriş şermezar kirin û gotin, ti hêz bi navê hêzên eşîran tine ye. Rûspiyan bang li eşîrên li herêmên hikumeta Şamê kirin ku bi hev re di rêya çareseriyê de bimeşin.

Rûspiyê eşîra Şiwêt a Gundê Ebû Herdûn, Ayêd El Ebdullah Xelîfe li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û got, "Bi navê şêniyên gundê Ebû Herdûnê em gef û êrişên hikumeta Şamê li ser herêma me de şermezar dikin. Di encama wan êrişan de zirarên mezin hatin derketin û zarokê hatin qetil kirin, şêniyên wan gundan ji malên xwe derketin. Bi navê hemû eşîrên herêmê daxwaza me ji  koalisyona navneteweyî û hemû kesên ku bandora wan li ser Hikumeta Şamê heye ku zextê ser bikin, da ku bi QSD'ê re diyalog bike û bi hev re ber bi çareseriyekê ve biçin."

Di dewama axaftina xwe de rûspiyê Eşîra Şiwêtê anî ziman ku tu hêz bi navê Hêzên Eşîran nîne û got, "Hikumeta Şamê îdîa dike ku ev êriş bi Hêzên Eşîran ve hatine kirin, lê tiştekî bi navê hêzên Eşîran tune ne, ji ber em hemû yek eşîr in û qebîleyek in. Ew dixwazin bi vê siyasetê li van herêman kar bikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek caran hewl dan diyalogê bi Hikumeta Şamê re bike, ji ber rêveberiya xweser aşîtxwaz e û tu car doza xerakirinê û şer nake. Careke din bi navê hemû eşîrên herêmê dibêjim em careke din daxwaza diyaloga Sûrî-Sûrî dikin da ku ji bo hemû gelê Sûrî bibe çareserî. Her wiha daxwaza me ji gelên me yên ku li aliyê Hikumeta Şamê ew e ku li pey îdîayên ku derdikevin neçin."

Rûspiyê Eşîra Ebû Giaan Ebdul Ezîz Ebû Hemed jî helwesta xwe anî ziman û got, "Weke welatiyên Sûriyeyê em van êrişan şermezar dikin, ji ber ku hemû êriş û qetilkirinên di encama wan êrişan de çêdibe li ser sivîlan tên kirin. Em di vir de hemû gelê Sûriyeyê ne û em hemû yek in. Em banga xwe li kesên aşîtxwaz dikin ên li herêmên Rêveberiya Xweser û yên li Herêmên Hikumeta Şamê ku bibin çareseriyek ji vî şerî re."

Ebû Hemed bang li eşîrên li herêmên Hikumeta Şamê kir ku bibin destek û bi hev re di rêya çareseriyê de bimeşin û got, "Banga me ji gelê me re ev e ku em hemû gelek in û tu ferq û cudahî di navbera me de tune ye. Divê em hemû bi hev re bibin destek, ji ber em hemû ji welatekî ne û kesek di vir de ferq û cudahiyê nake navber pêkhateyan. Ji ber zirarê ku dibe li ser gelê Sûriyeyê bandorê dike. Her wiha ji bo me eşîrên li herêmên Rêveberiya Xweser û Herêmên Hikumeta Şamê em bang dikin ku em li ser maseya çareseriyê bi hev re rûnin û aştiyê di van herêman de bidin avakirin. Li ser wê esasê em banga xwe ji gelê xwe yê wir, zarokê xwe, birayên xwe ên wan herêman dikin ku vî şerî bidin sekinandin."