Li Girkê Legê û Hesekê dewleta Tirk hate protestokirin
Meclîsa Çil Axa ya TEV-DEM’ê, saziyên KPC-D Til Berak û Holê, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Meclîsa Çil Axa ya TEV-DEM’ê, saziyên KPC-D Til Berak û Holê, êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.
Saziyên TEV-DEM`ê yên herêmên Çil Axa û KPC-D a herêma Til Berak û Holê, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Şehba û Efrînê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ev êrîş nîşan didin ku Erdogan û alîgirên wî “jêdera terorê” ne.
ÇIL AXA
Bi dehan endamên saziyên TEV-DEM`ê ya bajaroka Çil Axa ya Girkê Legê li pêşiya Mala Gel a bajarokê kom bûn û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Kantona Efrînê şermezar kirin.
Di kombûnê de daxuyaniya TEV-DEM`ê hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê hevseroka bajaroka Meclîsa Çil Axa Cahîde Şemo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Em bi tundî destwerdanên Tirkiyeyê , zêdekirina hêzên xwe yên leşkerî û êrîşên wê yên dijber û çeteyên wê li ser gelê Sûriyeyê, Kantona Efrînê û Herêmên Şahba bi bi sed hezaran kes lê dimînin, şermezar û protesto dikin.
Armanca dewleta Tirk a van êrîşan ew e ku astengiyan li pêş pêngava rizgarkirina Reqayê derbixe û nehêle Federaliya Bakurê Sûriyeyê pêk were, her wiha hewl dide bi van êrîşan aloziya di hundirê Tirkiyeyê de derxîne derve.
Pêwîst e hemû Desteyên Navneteweyî yên Neteweyên Yekbûyî û Rêxistinên Mafê Mirovan erka xwe pêk bînin û destdirêjiyên Tirkiyeyê û binpêkirina zagon û hevpeymanên navneteweyî bidin sekinandin.”
Endamên Saziyên TEV-DEM`ê di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kirin ew ê li kêleka bexwedana Efrînê bin û gotin: “Em ji hêzên xwe yên leşkerî têkoşer û gelê xwe yê berxwedêr re dibêjin ku ruhê me ji bo berxwedanê ye, heta serkeftinê em ê li ber xwe bidin.”
HESEKÊ
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a herêma Til Berak û Holê, derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrîn û Şahbayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endamên komîteya perwerdehiyê Mihemed Fayiz ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Ji xwedî wijdanên zindî re, di demê ku QSD`ê û YPG/YPJ`ê, her wiha Hêzên Erka Xweparasxtinê ji rizgarkirina bajarê Reqayê û tevahî Sûriyê ji qirêjiya komên çete û hêzên tariyê û bermahiyên rejîmê nêz dibin, êrîşên hikûmet AKP`ê Erdogan û alîgirên wî topbarankirina herêmên aram ên Efrîn û Şahbayê, zêde dibin. Ev êrîş ji bo fişara li ser DAIŞ`ê û komên terorîst sivik bike, her wiha nîşan didin ku Erdogan çavdêriya terorê dike.
Em mamosteyên di xeta şehîd Ezîz de, Xeta Biratiya Gelan, Xeta Civak û Rûmetê ya ji bo civaka demokratîk, azad û bi exlaq, êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Efrîn û Şahbayê şermezar dikin. Em bang li hemû rêxistinên hiquqî, saziyên civaka sivîl û hêzên mezin ên cîhanê dikin, ku dengê wijdana xwe bilind bikin, bi qasî dengê hawara zarok, jin û pîremêrên me be.
Em soz didin gelê xwe û malbatên şehîdan, em ê sûcdaran rezîl û riswa bikin, em ê di dibistanên xwe de wateya biratiyê, çandina çanda biratiya gelan û perwerdeya li ser esasê azad û demokratîk bidin hînkirin û em ê bi şahidên xwe re dilsoz bin û wê timî di bîra me de bin.”