Pêngava Reqa: Pêşveçûna şervanan dewam dike
Li rojava û rojhilatê bajarê Reqayê şerê dijwar dewam dike, şervanên QSD’ê ber bi navenda bajêr ve pêşve diçin.
Li rojava û rojhilatê bajarê Reqayê şerê dijwar dewam dike, şervanên QSD’ê ber bi navenda bajêr ve pêşve diçin.
Şervanên QSD′ê li Taxa Deriyê ya dikeve rojavayê Reqayê û li Taxa Reqaya Kevin a rojhilat ber bi navenda bajêr ve pêşve diçin.
Di şerê ji sibehê ve li van taxan dom dike de 27 çete hatin kuştin, her wiha şervanan dest danîn ser rêjeyek zêde ya cebilxaneyan jî.
Di nava rojê de şervanên QSD’ê 400 sivîl ji destê çeteyan rizgar kiribûn.