Cenazeyê şervanê YPG'ê Mûrad Til Temir hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mûrad Til Temil, ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li gundê Hemra yê Çiyayê Kizwanan hate veşartin.

Bi sedan kes ji bo tevlî merasîma cenazeyê şehîdê YPG'ê Casim Tah El Salih (Mûrad Til Temir) bibin, li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temirê li hev civiyan.

Ji fermandarên YPG'ê Ziyad Kurdî piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, herêm bi saya têkoşîna şehîdan azad bûye.

Kurdî diyar kir, şehîd Mûrad ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kiriye û destnîşan kir, ku ew ê li ser şopa şehîd Mûrad û hemû şehîdên azadiyê bin.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Baqî Kûtê jî hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û anî ziman, ku biratî û hevgirtina gelê herêmê pêşî li hemû planên dijminane girtiye. Kûtê berxwedana YPG, YPJ û QSD'ê silav kir û got, ti hêz nikare vîna gelê Bakurê Sûriyeyê bişikîne.

Di dawiya merasîmê de belgeya şehadetê ya Mûrad Til Temir hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê Şehîd Mûrad ji bo were veşartin ber bi gundê Hûmir ê lê ji dayik bûye hate şandin û li wir hate veşartin.