'Gelê Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk rabûye ser piyan'

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Behçed Evdo diyar kir ku wan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rêxistiniya xwe asê kirine û got, "Gelê Efrînê ji hûr û giran ve li ser piyan e. Êrîşa bi ser Efrînê de wê dawî li rejîma dewleta Tirk û rejîma Erdoga

Serokê Desteya Parastinê ya Efrînê Behçed Evdo li ser êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de got bi 100 hezaran kes amade ne ku şer bikin.

Evdo got, "Dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve gef û êrîşên xwe yên li ser kantona Efrînê zêdetir kirine, ji destpêka Şoreşa Rojava ve dewleta Tirk dijminatiya xwe kûrtir dike" û li ser gef û talokeya li ser şoreşê wiha got:

"Dewleta Tirk hem li ser Rojava û hem li ser Efrînê gef û êrîşên xwe zêdetir kirin. Dewleta tirk heta niha bi çeteyên ku bi ser wê ve û ji hêla wan ve hatine perwerdekirin tim êrîş bi ser Efrînê de dianî. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve dewleta Tirk êrîş bi ser şoreşê de û di ser Ezazê re bi ser kantona me de anî, niha hê jî ev dewam dike. Her ku çeteyên bi ser wê ve, di serî de DAIŞ dişike dewleta Tirk dîn û har dibe. Êrîş niha zêdetir li ser Şehbayê ne. Ji ber sedema topên ku davêjin li vê qadê gelek sivîl birîndar dibin û şehîd dibin. Ji bilî van deran j îli Şeran û Şerava jî êrîş didomin."

'TERORÎST EW BI XWE YE'

Evdo got dewleta Tirk ji bo ku êrîşa li ser wan meşrû nîşan bide bi derewan dibêje ku YPG’ê êrîş bi ser wan de biriye û got: "Ev derew e. Dinya alem dizane bê ka kî êrîşkar e. Serkêşê van êrîşan Erdogan e. Erdogan bi çeteyên xwe Fetîh el Şam û Sultan Mûrat êrîşê bi ser de tîne. Ti hêza van çeteyan nîn e, bi temamî hêza dewleta Tirk a navtêdanê ne. Dewleta Tirk dixwaze hemû çeteyên ji Şam, Heleb, Sûriyê reviyane bi ser me de bîne.

Di serî de DAIŞ hemû çeteyên xwe bi ser Efrînê de şandine lê qet bi ser neketin. Ji ber ku ev pêk neanîn dewleta Tirk bi artêşa xwe dixwaze bikeve kantona Efrînê. Ji ber vê êrîş bi ser qada Şehba de anîn. Bi leşkerên xwe Cerablûs-Bab dagir kir lê nikare têkeve Efrînê. Niha topan davêje. Bû sedem ku li Şehbayê gelek sivîl bimirin û birîndar bibin. Em agahî û beldeyan didin civaka navnetewî. Dewleta Tirk dixwaze hemû qada Bakurê Helebê dagir bike. Ji bo vê jî terorê dike hincet. Lê yê ku terorê dike ew bi xwe ye."

'EV Ê BIBE DAWIYA WAN'

Evdo got li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk wan rewşa nirxandine û li ser xebatên xwe got:

"Li dijî van êrîşên bi ser kantona Efrînê de ji bo berxwdanê û serfiraziyê me rêxistiniya xwe asê kiriye. Hem di hêla leşkerî û hem jî civakî de li dijî vê dagirkeriya Tirk me rêxistiniya xwe qeyîm kiriye û ev xebat didomin. Em ji şer re hazir in û em ê xaka Efrînê ji dagirkeriya Tirk re nehêlin. Êrîşa dewleta Tirk a bi ser Efrînê de wê nebe dawiya Efrînê û Şoreşa Rojava, berevajî vê, wê bibe dawiya dewleta Tirk û rejîma Erdogan. Bila wiha Efrînê û cografyaya wê kêm nebînin, wê ne pariyek li gor devê wan be. Li Efrînê 500 hezar mirov heye û ev mirov hemû ji şer re hazir in. Em civînan çêdikin, di van civînan de gel bi coşiyeke mezin sonda berxwedanê didin.Jixwe herî dawî 100 hezar mirov ji bo ku nîşan bidin ku ew ji berxwedanê re hazir in meşiyan. Gelê me niha bûya artêşa gel. Berxwedan û serfiraziya Efrînê wê bibe berxwedan û yekîtiya Rojava. Ev serfirazî wê tenê bi Rojava re sînordar nemîne, ev ê bandorê li Bakurê Kurdistanê jî bike."

Evdo diyar kir ku kantona Efrînê parçeyek ji xaka Rojava û Şoreşa Rojava ye û got: "Bi şoreşa Rojava re me xwe bi rêk û pêk kir û bi rê ve bir. Em ti rejîmeke zextkar naxwazin. Ji bo vê me rejîma Sûriyê ji xaka xwe derxist. Niha em azadtir dixebitin, dijîn û hildiberînin. Çawa ku em rejîma Sûriyê naxwazin em dagirkerî û mêtingeriya Tirk jî qebûl nakin. Em bi hişmendiya neteweya demokratîk dixwazin bi hemû gelan re bijîn. Daxwaza me ew e ku Sûriye bibe welatekî demokratîk."

Evdo bi domdarî diyar kir ji herêma gelek koçber têne Efrînê û got: "Efrîn her çendî dor lê hatibe pêçan jî ji koçberan re jî deriyê xwe vekiriye. Ji her devera Sûriyê tên. Gelê ku ji zilmê direve li vir bi ewlehî dijî. Gelê ku ji Humus, Şam, Reqa, Hama, Dêrezaorê ji zilma dewleta Tirk direvin têne vir. Em ji hemû hewcehiyên wan re dibine bersiv. Bi topên dewleta  Tirk ev koçeber jî birîndar bûn."

'SEFERBERÎ HEYE'

Evdo dawiyê bang li hêzên navdewletî kir û got: "Divê bibînin ku dîktatoriya Erdogan ziyanê dide gelên herêmê. Divê gelê Kurd û herêmê li cem gelê Efrînê bin. Gelê Efrînê seferber bûye, ji bo vê rêxistiniya xwe ya leşkerî û civakî ava dike. Dirûşam ‘an serketin, an serketin’ li ser zimanê her kesî ye û bûye fikra sereke."