Pêngava Reqayê: 32 çete hatin kuştin

Di şerê li Taxa Rewda ya Reqayê de 32 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Li taxên Reqaya Kevin û Hîşam Bîn Abdulmelîk jî şerê dijwar diqewimin.

Piştî şerê ku li Taxa Rewda qewimîn, li taxên Reqaya Kevin a dikeve rojhilatê Reqayê û Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûrê rojhilatê bajêr di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şerekî dijwar rû da.

Hewldana êrîşa çeteyan a bi wesayîtên bombebarkirî ya li Taxa Reqaya Kevin, bi rûxandina şervanan ve hate valaderxistin.

 Di şerê piştî nîvro yê li Taxa Rewda qewimî de, 32 çete hatin kuştin.

Di şerê rûdayî de jî 3 şervan şehîd bûn û 5 şervan jî birîndar bûn.

Li aliyê din li Taxa Deriyê ya dikeve rojavayê bajêr jî, sekvanekî çeteyan hat kuştin û 115 sivîl hatin rizgarkirin.