Cenazeyê şervanê QSD'ê Şêro Sekar li Tirbespiyê hat veşartin

Welatiyên herêma Tirbespiyê û Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD'ê Ebdullah Nezal (Şêro Sekar) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Bi sedan şêniyên herêma Tirbespiyê û Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD'ê Ebdullah Nezal (Şêro Sekar) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Li goristanê ji bo cangoriyên Kurdistanê deqeyekê rêz hat girtin. Piştre şervanan merasîmeke leşkerî li dar xistin. Piştre Endamê Malbatên  Şehîdan Ebid El-Helîm Hesen axivî û di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîd Şêro û hemû şehîdên azadiyê re xwest û soza şopandina rêya cangoriyan da û got ku ‘şehîdan ji bo destkeftiyan bi dest bixin canê xwe feda kirine.’

 Fermandarê YPG/YPJ`ê Mihemed Zêdan jî  axivî û got ku bi saya şehîdan li herêmê biratiya gelan hate pêşxistin û wiha got; "Şervanên QSD’ê wê bi hemû hêza xwe li ser oxira şehîdan  li ber xwe bidin û herêmê rizgar bikin.”

Li ser navê malbata Şehîd Şêro birayê wî Murad Qehreman axivî got ku nirxê her tiştî heye û ji bo azadiyê jî şehîd canê xwe feda dikin û soz da ku wê şopdarê birayê xwe yê şehîd be.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şervanê QSD'ê Ebdullah Nezal (Şêro Sekar) bi dirûşme û tilîliyan li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.