Heyeta Başûr: Efrîn wê sînoran ji holê rake

Wekîlên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku wan ji bo Helepçe digot "Helepçe ya dawî ye", lê belê li hember Şengal, Kobanê, Kerkûk û Efrînê êrîşên qirkirinê dewam kirin. Wekîlên ber bi Efrînê ve diçin li hember êrîşan banga yekîtiya neteweyî kirin.

Heyeta wekîlan a ji Başurê Kurdistanê ya wê biçe Efrînê doh derbasî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bû. Heyet wê derbarê berxwedan Efrînê û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin raporekê amade bike. Piştî ku endamên heyetê kar û xebatên xwe temam kirin, wê raporê pêşkeşî parlamanta Başûrê Kurdistanê bikin. Wekîlên di heyetê de cih digrin gotin "Di 88'an de ji bo komkujiya Helebçeyê digot vêca ev ya dawî ye", lê belê êrîşên qirkirinê li Şengal, Kobanê, Kerkûk û Efrînê dewam kirine û banga yekîtiya neteweyî kirin.

Heyeta wekîlên Başûrê Kurdistanê ji bo biçin Efrînê doh bi rê ketibû rê û danê êvarî ji deriyê Sêmalka derbasî Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bûbû. Di nava heyetê de ev wekîl hene; parlamenterê Hizba Komunîst Ebû Karwan, parlamenterê PDK’ê Elî Halo, parlamenterê Goran Şêrko Heme Emîn parlamenterê Yekgirtû Suhrab Mîkaîl.

Me heyet li Rojava li bajarê Amûdê dît. Heyet li bajarê Amûdê ji aliyê Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer û alîkara wî Senaî Deham ve hate pêşwazîkirin. Wekîlên ji Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku gelê Kurdistanê hemû bi Berxwedana Efrînê serbilind e, Kobanê  parçeyên Kurdistanê nêzê hev kirin û Efrîn jî wê sînoran rake.

WÊ LI SER KOMKUJIYÊN JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE HATINE KIRIN RAPORÊ AMADE BIKIN

Wekîlê Goran Şêrko Heme Emîn diyar kir ku ew bi awayekî fermî ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê bi rê ketine û got: "Armanca me ew e ku em biçin Efrînê. Em ê raporekê amade bikin derbarê jin, zarok, yixtiyar û sivîlên ji aliyê dewleta Tirk ve têne kuştin, cîhên dîrokî yên dewleta Tirk hildiweşine û bax û bostanên gel ên dişewitîne. Bi vê raporê em ê hemû cîhanê derbarê êrîşên dewleta Tirk ên Efrînê agahdar bikin."

XWEDÎDERKETINA LI EFRÎNÊ ERKÊ NETEWEYÎ YE

Wekîlê PDK'ê Elî Halo jî diyar kir ku biryara parlamenta Başurê Kurdistanê ya şandina heyetekê girîng e û got: "Gelekî dereng ket, divê em berî niha bihata. Divê em sînorên li Kurdistanê di mêjî û dilên xwe de rakin. Yên li Efrînê têne kuştin xwişk û birayê me ne. Li hember êrîşên dewleta Tirk em jî dixwazin biçin alikariya xwişk û birayên xwe."

YEKÎTIYA NETEWEYÎ PÊWÎST E, EM DERENG JÎ KETINE

Elî Halo di axaftina xwe de ji bo yekîtiya neteweyî bang kir û got: "Serketin bi yekîtiyê pêkan e. Yekîtiya neteweyî hewce ye û em di vî warî de dereng jî ketine. Beriya her tiştî divê partiyên li hemû parçeyên Kurdistanê di navbera xwe de yekîtiyê biafirînin. Divê nakokiyên di navbera xwe de deynin aliyekî. Piştî vê astê Kongreya Neteweyî dikare pêk bê. Heke em yekîtiya xwe ava bikin, wê piştgiriya civaka navneteweyî jî zêde bibe û li hember Efrînê êrîş jî pêk nayên."

DOH HELEPÇE ÎRO  ŞENGAL, KOBANÊ, KERKÛK Û EFRÎN

Wekîl Elî Halo di dewama axaftina xwe de got, "Piştî komkujiya Helebçeyê ya sla 1988'an me bawer dikir ku felaketeke mezintir nikare pêk bê. Cîhanê têkoşîna gelê Kurd nas kir û komkujiyên Enfalê dest pê kirin. Bi sedhezaran Kurd hatin kuştin. Me bawer dikir ku felekateke nû wê bi ser serê me de neyê, lê sala 2014'an li Şengal û paşê ji li Kobanê komkujî çêbûn. Hingî jî em fikirîn ku ew e yê dawî bin, lê vê carê jî Kerkûk, Mexmûr lê zêde bûn û niha jî li Efrînê Kurd têne kuştin. Kurdistan tê dagirkirin. Pêşiya van komkujiyan tenê yekîtiya netewî dikare bigire. Heke em vê pêk neyênên wê dîrok xwe dubare bike."

BIHÎSTIN Û DÎTIN NE HEMAN TIŞT E

Wekîlê Yekgirtuya Îslamî Suhrab Mîkaîl jî diyar kir ku biryara parlamentê ya çûna Efrînê gavek e bingehîn e û got: "Dibe ku di çapemeniyê de her tişt nayê dayîn. Mirovên sivîl têne kuştin. Zarok, jin, mirovên yixtiyar hatin kuştin. Emê biçin van bûyeran ji nêz ve bibînin. Gotinek heye, dibêje 'yê dibihîsê û dibîne ne wek hev in'. Bi rêya parlamentoyê em dikarin derbarê rewşa Efrînê ji tevahiya cîhanê re mesajekê bidin. Herwiha bi awayekî eşkere em dikarin vê ji dewleta Tirk re bibêjin: Xeteriya Rojava ji bo ti welatî nîne. Bereqsî wê ji bo hemû aliyan cîraneke baş e. Ew mafê wê heye ku mafên hemû newtew daxwaz dikin, bixwaze."

EM ÎRO YEKÎTIYA XWE AVA NEKIN, NIKARIN CAREK DIN AVA BIKIN

Suhrab Mîkaîl diyar kir ku ew ê rapora amade bikin pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî û welatên Ewropayê bikin û di dewama axaftina xwe bal kişand ser yekîtiya neteweyî got: 

"Kengî li herêmeke Kurdistanê zilmek pêk hatibe, hêstên yekîtiya neteweyî yên hemû aliyan xurt bûne. Weke fraksiyona Yekgurtiya Îslamî hê ji roja pêşî ve em dibêjin ku heke em yekîtiya xwe ava bikin, dijimin nikare li hember me bisekine. Birîna îro aliyên siyasî nêzî hev dike, hêvî dikim ku nakokiyên deynin kêlekekê. Ji ber ku rewşa heyî pirsgirêkeke netewî ye. Em li derdora vê mijarê kom nebib, derbarê mijarên din hatina me ya cem hev zehmet e."

Parlamenta Başûrê Kurdistanê 30'ê Çileyê rûniştina Efrînê pêk anî bû û êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê weke dagirkerî qebûl kiribû û gelek biryarên din girtibû. Biryara piştgiriya bi Efrînê re, vekirî hiştina deriyê di navbera Başur-Rojava û şandina heyeteke ji parlamantê hatibûn girtin. Piştî rûniştina parlamentê daxuyaniyek hatibû dayîn û di daxuyaniyê de banga "di cih de pêkanîna kongreya netewey" hatibû kirin.