ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Bilbilê BMB’yeke artêşa Tirk hate îmhakirin
Li navçeya Bilbilê ya Efrînê BMB’yeke artêşa Tirk a dagirker hate îmhakirin -
Nasnameya Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, nasnameya 7 şervanên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne eşkere kir. -
Artêşa Tirk a dagirker sîvîlekî din jî qetil kir
Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de sîvîlekî din şehîd bû. -
Şervanên YPG/YPJ'ê: Ji felsefeya Rêbertî ditirsin
Şervanên YPJ û YPG'ê yên li eniya berxwedanê ya Dêra Zorê ne komploya navneteweyî şermezar kirin û gotin, hêzên dagirker ji ber ku ji fikrên Ocalan ditirsin êrîş dikin. -
Li Racoyê derb li hêzên dagirker hate xistin
Li gundên Adema û Elbîske yên navçeya Raco ya Efrînê li dijî hêzên dagirker çalakî hatin kirin. Di encamê de 2 kesên ji hêzên dagirker mirin, 5 jî birîndar bûn. -
Vaye zurriyeta 'çeteya milî' ya Erdogan
Dewleta Tirk bi soza "Bi girtina Efrînê re Îdlib û herêma Mertala Firatê bike yek û bi xwe ve girê bide" berê çeteyên xwe daye Efrînê. Ji van komên çete yên ji aliyê MÎT'ê ve hatin avakirin li eniya paş in, yên dikarin bibin 'pirsgirêk' li eniya pêş in. -
Li gundê Çeqela yê Efrînê şer diqewime
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja 27'an de ye. Li gundê Çeqela yê navçeya Şiyê şerekî dijwar diqewime. -
Fermandarê Ceyş El Siwar Ehmed: Tirkan li Efrînê hesabê şaş kirin
Fermandarê Ceyş El Siwar Ehmed: Tirkan amadekariyeke mezin ji vî şerî re kirin û her tiştên xwe danîn holê. Dem û cihê destpêkirina şer jî diyar kirin. Lê belê wê nikaribe biryara çawa û dema qedandina şer bidin. -
Şervanên QSD'ê li girê Bililkayê êrîşa çeteyan têk bir
Şervanên QSD’ê êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî girê Bililka yê Racoyê şkand. -
Vegera welatiyên Reqayê ji bo malên xwe didome
Welatiyên Reqayê vedigerin bajarê xwe Reqa ya ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin û paqijkirin. Welatiyên Reqa yên li Kampa Eyn Îsa dijîn piştî ku bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê tê paqijkirin vedigerin malên xwe. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Xelef hate veşartin
Welatiyên navçeya Şedadê û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG’ê Xelef Humis (Şam) bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeyên spartin axê. -
QSD’ê bîlançoya îro ya berxwedana li Efrînê eşkere kir
QSD’ê têkildarî bîlançoya Berxwedana Serdemê ya îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker gelek herêmên Efrînê bomberdûman dike. -
Cenazeyê 21 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hatin veşartin
Welatiyên Efrînê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 20 şervan û sivîlekî li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê. -
Hêzên dagirker bombeyan li navenda Cindirêsê dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ev 26 roj in êrîşî Efrînê dikin. Hêzên dagirker bombeyan li navenda navçeya Cindirêsê dibarînin. -
Fermandara YPJ'ê ya li eniyê: Em ê Erdogan efû nekin!
Ji fermandarên YPJ'ê yên li eniya 'Berxwedana Serdemê' Bêrîtan Efrîn got, qabiliyeta şer a artêşa Tirk nîne û peyamên girîng da gelê Kurdistanê, dost û ciwanên Kurd. -
Nasnameya 6 şehîdên Berxwedana Serdemê hate eşkerekirin
QSD'ê nasnameya 6 şervanên xwe yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn eşkere kir. -
TEV-DEM: Dewleta Tirk dema ku winda dike, dest bi fitneyê dike
TEV-DEM'ê ragihand ku dewleta Tirk hewl dide gelên li Efrînê berde hev û bang li cerdevanan jî kir ku tevlî êrîşê nebin. -
Artêşa Tirk bombeyan li navçeya Şiyê û derdora wê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker ku tevî çeteyên xwe ev 26 roj in êrîşî Efrînê dike, bombeyan li navçeya Şiyê û derdora wê dibarîne. -
Şervanên enternasyonalîst: Em ê Efrînê biparêzin
Şervanên enternasyonalîst ku ji bo piştgiriya bi şoreşê re li Rojava li dijî barbariya DAÎŞ'ê şer kirin, dan xuyakirin ku wê niha jî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst, Efrînê biparêzin. -
Artêşa Tirk li Efrînê 2 sivîlên din jî birîndar kirin
Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê de, îşev du sivîl birîndar bûne. -
Dîmenên kêliya panzera Tirk tê rûxandin hate parvekirin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê dîmenên teqandina panzera artêşa Tirk a li Bilbilê parve kir. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdulqadir hate veşartin
Welatiyên Girê Spî bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd Ebdulqadir (Cegerxwîn) ê dema erka xwe pêk tanî li Reqayê şehîd bû, li Goristana Şehîd Mehmûd Time veşartin. -
Oldarên Sûriye: Li dijî qetlîamên li Efrînê banga rawestandina êrîşan kirin
Oldarên hemû pêkhateyên li Sûriye, têkildarî êrîşên dewleta Tirk û çeteyê wê ya li ser Efrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîş hatin şermezarkirin û li ji bo rawestandina êrîşan bang li hêzên navneteweyî kirin. -
Artêşa dagirker taxên li navenda Efrînê bombebaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber taxên Eşrefiye û Tirindiye yên navenda Efrînê bi obusan bombebaran dike. -
Çend dîmen ji roja 25’emîn a Berxwedana Efrînê...
Rojnamevan Bakî Gul û Dilgeş Amed li navçeyên Efrînê Bilbilê, Raco û gundên wê geriyan. Li van cihên ku şer lê girane, herwiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker qeyd kirin...