Li Dêra Zorê cenazeyê 4 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Li gundê Ebû Xeşeb ê Dêra Zorê bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir Hemada hatin veşartin.
Li gundê Ebû Xeşeb ê Dêra Zorê bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê 4 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir Hemada hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên gund cenazeyên şervanên QSD′ê Zekeriya Xerabe (Zekûr), Ibrahîm Ebdullah (Ebû Dêr), Yasir Efenîs (Baran), Hesen Sebah (Bilbil) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Xidir Hemada veşartin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre li ser navê Komîteya Yekîtiya Ciwanan, buroya Jinê ya Dêra Zorê, Meclîsa Zagonsaz a Dêra Zorê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbatên têkoşeran re hat xwestin û bal hat kişandin ser lehengiya şervanên azadiyê yên di çeperên şer de.
Her wiha di axaftinan de hat gotin ku Efrîn warê berxwedanê û fedekaran e.
Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên hatin kirin û cenazeyên şehîdan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.