Şêniyên Hesekê bi meşekê nîşan da ku ew li pişt QSD'ê ne
Şêniyên Hesekê û gundewarên wê bi meşeke girseyî nîşan da ku ew li pişta QSD'ê ne û gotin, "QSD hêza me ye."
Şêniyên Hesekê û gundewarên wê bi meşeke girseyî nîşan da ku ew li pişta QSD'ê ne û gotin, "QSD hêza me ye."
Meclisa Bajarê Hesekê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û fedakariyên wê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker, meşeke girseyî li dar xist.
Meşê ji Çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecerê dest pê kir. Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û kesayetên civakî û siyasî tev li meşê bûn.
Şêniyan alên QSD`ê, yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ala serxwebûnê ya Sûriyeyê hildan û dirûşmên "Yekitiya pêkhateyan misogeriya aramiyê ye", "Na ji dagirkeriyê re", "QSD hêza me ye", "Bijî biratiya gelan", "Bijî yekitiya gelê Kurd" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.
Li Çerxerêya Îtfaiye ya li Til Hecerê meş veguherî mîtîngê.
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li wir axivî û got: "Piştî hilweşîna rejîma Baasê, pêvajoyeke nû dest pê kir. Di vê pêvajoyê de divê em bi hev re kar bikin û Sûriyeya demokratîk ava bikin."
Xelîl destnîşan kir ku QSD ne tenê hêzeke leşkerî ye lê hêzeke civakî ya hemû pêkhateyan e û vîna gelên herêmê temsîl dike.
Her wiha Xelîl got herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêkanîna pergala demokratîk û biratiya gelan de, model e û bi saya têkoşîna gelan û bi pêşengiya jinan ev destkeftî hatiye bidestxistin.
Di dawiya meşê de girseyê berxwedana QSD`ê silav kir, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo projeya Rêveberiya Xweser û yekitiya pêkhateyan anî ziman.