Dewleta Tirk a dagirker bombe li depoya zad û qadên sivîl barand
Dewleta Tirk a dagirker li gel komên xwe yên çete li Girê Spî bombe li depoya zad û li Til Temirê jî li gundê Um El Kêf barand.
Dewleta Tirk a dagirker li gel komên xwe yên çete li Girê Spî bombe li depoya zad û li Til Temirê jî li gundê Um El Kêf barand.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Girê Spî gundê Qizelî û depoya zad a li gund bi çekên giran bombe kirin. Her wiha li bajarê Til Temirê jî bi çekên giran bombe li gundê Til Tewîlê barandin.
Balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk (SÎHA) jî bombe li gundê Um El Kêf ê li roajvayê bajarê Til Temirê barandin.